Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Peyman Viyan: Têkoşîna jinan mohra xwe li cihanê daye

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan diyar kir ku têkoşîna jinan, hem di asta Kurdistanê, di asta Rojhilata Navîn de û hem jî di asta cîhanî de, mohra xwe li cihanê daye û wiha axivî: “Bi rihê xwe yê fedekar û zanista xwe heya dawiya jiyana xwe ya fîzîkî ji hebûna nasnameya KJAR’ê re, bûn bingeh.


Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan derbarê 4’emîn kongreya KJAR’ê de nirxandinên girîng kir. Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan anî ziman ku di vê dema dîrokî ya guherîn û veguherînê de jin bi rola xwe ya pêşengiyê radibin û destnîşan kir, ku di salên dawî de têkoşîna herî radîkal ji aliyê jinan ve hatiye dayin.
berfirehiya axaftina Hevserika PJAK’ê Peyman Viyan wiha ye:
“Em bi vê boneyê, di destpekê de li mîmarê azadiyê Rêber Apo, dayikên ku ji bo şoreşê bedêlên herî mezin dane, dayikên şehîdan, dayikên aştiyê û li tevahiyê jinên li qadan, di heman demê de taybet li hemû jinên di zindanan de têdikoşin, li hemû jinên neteweyên Îranê ku têdikoşin, tevahî gelên me yên welatparêz, hemû jinên şoreşger ku li hemberî pergala dewletan yên koledar û qirker têdikoşin silav dikin. Di heman demê de, em bi vê kongreyê li tevahiya endamên KJAR’ê jî pîroz dikin. Kongreya Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di pevajoyeke pir giring de hate lidarxistin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku têkoşîna jinan, hem di asta Kurdistanê, di asta Rojhilata Navîn de û hem jî di asta cihanî de, mohra xwe li cîhanê daye, ku em di vê pêvajoyê de kongreya xwe li dar dixin. Jin pêşengtiyek e ku di asta guhertin û veguherandinên dîrokî de, xwedî roleke girîng in. Di asteke jor de têdikoşin. Jin li dijî hişmendiya dewlet-netew, dagirker û mêr-salar têdikoşin.’’

Peyman Viyan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di van salên dawiyê de, ji ber ku peşengtiya herî radîkal aîdî jinan e, niha rêberên têkoşînê ne. Ev mijar di kongreya me de girîngtirîn mijar bû. Rexneyên ku ji aliyê jinan ve li me hatin kirin, çêbûn. Em weke KJAR’ê bi awayê ku tê bendewarkirin, tam nebûn bersiv. Ji ber vê yekê jî, me tevan rexnedayînên xwe li hemberî tevahiya jinan da. Ji bo ku em ji bendewariyan re bibin bersiv, me nîqaşên pir girîng kirin. KJAR xwedî mîraseke mezin e. Bi dehan şehîdên weke Şehîd Şîrîn Elemholî, Zîlan Pepûle, fermandara me ya mezin Aryen Are, her wiha Şehîd Sara, Bişeng û Şîlan Bane ku, KJAR bi saya wan hê mezintir bû, hene. Bi rihê xwe yê fedekar û zanista xwe heya dawiya jiyana xwe ya fîzîkî ji hebûna nasnameya KJAR’ê re, bûn bingeh. Ji bo jinên têkoşer ên Îranê bûn şaxê henasegirtin û hevîxurtkirinê. Di kongreyê de me me têkildarî mijarên weke bê ka di çend salên derbasbûyî de kêmasiya çi heye, destkeftiyên me çi ne û û ji niha û şûn ve em ê çi bikin, nîqaşên berfireh kirin û me armancên xwe zelaltir anîn ziman.”

Peyman Viyan bal kişand ser azadiya jinan û got: “Di vê pêvajoya dîrokî de bi tenê jin dikarin pêşengtiyeke rast bikin. Bi pêşengtiya jinan civak dikare azad bibe, welat azad bibe û erdnîgarî jî dikare azad bibe. Jin dikarin ji tevahiya qeyran û aloziyan re bibin bersiv. Rizgariya hemû ol, bawerî û neteweyan bi şoreşa jinan ve bi rizgarî û azadiya jinan ve girêdayî ye. Ev mijar bûn rojevên me yên sereke. KJAR jî ji vê yekê re peşengtiyê dike. Pêwîst e ku em weke tevger di warê siyasî, civakî, rexistinî û parastinî de hê zêdetir di asteke pêşeng de rol bilîzin. Me ev yek jî ji bo xwe weke rexneyekê pejirand û me rexnedayîna wê kir. Di heman demê de me ji bo dema nû plan û projeyên nû derxistin. Em bi biryar in ku di asteke hê bilinttir de têbikoşin, heya ku em ji bendewariyên jinan re hê zêdetir bibin bersiv ku em xwedî vê hezê ne.”

Peyman Viyan di berdewamiya nixandinên xwe de ev yek anîn ziman: ’’KJAR xwe weke komîteyê bi rêxistin dike. Sîstema wê sîstemeke konfederal e. Ji bo ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di asteke hê bilindtir de pêk bîne, careke din li ser mijara parastin, perwede û rêxistinkirina civakî ya komîteyê sekinî. Ji îro û şûn ve wê komîteya perwedeyê ya KJAR’ê di perwerdekirina mêran de wê hê zêdetir xwe berpirsyar bibîne. Her wiha komîteya Jineolojî jî ji bo ku jin û civak hîn bêhtir ji xwe bawer bibin û bibin xwedî vîn, wê di warê bîrdoziya rizgariya jinan de hê zêdetir bibe xwedî rolên mezin. Di heman demê de Komîteya Ragihandina Azadiya Jinan jî ji derxistina tevahiya politîkayên rejîma Îranê û eşkerekirina wan berpirsyar e. Her wiha ji belavkirina îdeolojiya KJAR’ê jî berpirsyar e. Li dijî xwezayê jî ku mirovahî li ser dijî, li dijî erdnîgariya Kurdistanê qirkirin û telaneke di asta herî jor de tê meşandin. Ji bo rawestandin û dawîlêanîna van kiryaran jî me biryar da ku em komîteya jîngehparêzîyê ango xwezaparêziyê ava bikin. Di kongreyê de beşdarbûna jinên ciwan çêbû û tecrubeyên wan ên têkildarî Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin nîqaşkirin. Ji Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) jî beşdarbûn çêbû. HPJ li hemberî hemû xweparastina tevahiya jinan berpirsyar e. Di parastina cewherî a jinan de, her jinek ji perwerdekirin, zanakirin û avakirina arteşeke hê mezintir a jinan berpirsyar e.HPJ’ê îdîaya xwe ya perwerdekirin û rêxistinkirinê anî ziman.’’

Peyman Viyan bal kişand ser malbatên şehîdan jî û got: ‘’Malbatên ku herî zêde di şoreşa azadiyê de berdêl dane, malbatên şehîdan e. Di nava şoreşê de careke din yên ku herî zêde rol lîstin, bêguman malbat, dayik û bavên şehîdan bû. Rihê şoreş û netewebûnê di astên herî jor de jiyan û pêk anîn. Ji bo ku em weke KJAR’ê li vê rûmet û kedê xwedî derkevin û bikaribin di nava tevahiya malbatên şehîdan de yekbûn û rêxistinbûnekê ava bikin, me biryar da ku di bin sîwana KJAR’ê de saziya malbatên şehîdan ava bikin. Di pêvajoya nû de armanca me wê xwegihandina hemû malbat û dayikên şehîdan be. Di heman demê de birêxistinkirin û perwerdekirina wan malbatan jî armanca me ye.’’
Peyman Viyan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xurtkirina têkoşînê û ev yek anîn ziman: ‘’Di kongreyê de mijara xurtkirina têkiliya bi jinên Belûc, Fars, Gîlekî, Azer, Ereb û Afgan re yek ji rojeva sereke bû. Em ê di pêvajoya nû ya xebatê de, yekîtî û hevgirtina jinên Rojhilata Navîn kûrkirin û çêkirina sîwanek hevpar bikin armanca xwe ya bingehîn. Ji bo vê yekê jî em ê platformên hevpar li dar bixin. Ji vê yekê jî komîteya me ya peywendîdar a dîplomasiyê berpirsyar e. Em ê xebatên xwe bigihînin astên hê bilindtir.’’

Peyman Viyan di dawiya axaftina xwe de dilsoziya xwe ya ji şehîdên şoreşê û tevahiya şehîdên Kurdistanê re anî ziman û axaftinan wiha bi dawî kir: ‘’Em bi biryar in ku tevahiya plan, biryar û projeyên ku me di vê kongreyê de danîn pêşiya xwe, pêk bînin. Her wiha em ê têkoşînê xurttir bikin. Tolhilînîna xwîna şehîdan wê soza me ya daîmî be. Em bi vê boneyê tevahî hevalên xwe yên ku di zindanan de têdikoşin û tevahiya jinên berxwedêr silav dikin û di berxwedan û têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar