Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peymana kuştina gelê Kurdistanê: LOZAN!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Biryara qirkirina gelê me, sed sal berî niha di 24’ê Tîrmeha 1924’an de, li bajarê LOZANA Swisreyê hat dayîn.

Ev biryarek navdevletî bû û di pêşengtiya Britanyayê de ji aliyê dewletên Fransa, Yunanistan, Tirkiyê, Italya, Romanya, Japonya, Sirp, Xirwat û Slovenyayê ve hat standin.

Di ser vê biryara mirina gelê me re 100 sal derbas dibe.

Gelo di ewqas salan de, çi qeda û bela, çi tofan û talan û wêran ên giran û xidar hat in serê gelê me?

Ji komkujiyên Agiriyê û Zîlanê, ji êrîş û li sêdarêdana Şêx Sêîdê Kal û Tertele, qirkirin û li sêdarêdana Seyîd Riza tê, bi îşkencexane û kuştin û koçberkirinên faşîzma 12’ê Îlonê dewam kir, bi siyaset û kiryarên dîktator û qirkerê gelê me R.Erdogan ve ev projeya tunekirinê ya gelê Kurdistanê heta roja îro jî dewam dike.

Erê aktor û kûjerên biyanî yên vê karesata giran a li ser gelê me pêkanîn û pêktînin; weke li jor navên wan hat in  diyar kirin e, lê gunehkar û kujerên yekser ên vê siyaseta qirker a li ser gelê me dan meşandin; her çar dewletên dagirker û mêtinger; di serî de Tirkiye ye, li gel wê Îran, Sûriye û Iraq e.

Sed heyf û mixabin, li gel van hemû sûçdarên giregir ên biyanî, yên ku me hemûyan zêdetir xemgîn û dilbirîn dikin; xiyaneta nava me, kes û komên bi nav Kurdistanî yên hevkariya van dagirkerên xwînxwar dikin e.

Yê ku di dîroka Kurdistanê de, bi vî karê xerab tê naskirin;  Enkîdû tê zanîn. Li pey wî di dîroka nêz de, yê ev kevneşopiya bêbext daye meşandin; bi navê Idrisê Bedlisê tê naskirin. Her wiha navên Qasimê hevlingê Şêx Seid, Rayberê xizmê Seyid Riza û hwd.jî dikare were rêz kirin.

Hema em wer in dîroka xwe ya niha, yên pêşengtiya vê rêya xerab dikin û vî karê rûreş didin meşandin; Malbata Berzanî û hinek hevalbendên wan ên parçeyên din nin.

Îca em bala xwe didinê, di vê Peymana Lozanê ya mala gelê Kurdistanê şewitandiye û welatê wan Kurdistan, piştî Peymana Qesra Şîrînê kiriye 4 parçe de jî, heman xiyaneta navxweyî heye. Serkêşiya wê jî Ismet Inonu(Îsmetê Ker ê Meletê) dike. Li gel vî xayinê ker(ku cîgirê Mistefa Kemal Ataturk e), Parlementerê Diyarbekirê Mehmet Zulfu TIGER jî heye, di heyeta Lozanê de.

Her wiha di xiyaneta vî Îsmetî de, Feyzî Pirincîoglu, Suleyman Nazif  û Ziya Gokalp jî, rolên mezin ên xerab lîstine.

Li gel ewqas siyaset û projeyên neyînî, li dijî welatê me û li dijî jiyan û berjewendên gelê me hatine bikaranîn, ewqas bûyer û êrîşên dijî mirovahî li ser gelê Kurdistanê hatine birêvebirin jî, erê gelek qirkirin pêk hatîn lê tunekirin nikaribû pêk were.

Ew encam, mezinbûna cewheriya dîrokî ya welat û gelê me dide diyar kirin. Her wiha ev li ser piya mayîn û pêknehatina tunebûnê, nebûna rûxandinê, encama afirandina bîrûbaweriya rast û hemdemî ye. Afirandina hişmendî û misogerkirina îradeya ji pola ye û her wiha li ser vê bingehê avakirina rêxistinî û damezrandina Tevgêra Azadiyê ye.

Di çarçova vê xebata berfireh a bê navber û bê hempa, him li derve û him jî bi taybetî li zîndanan meşandina berxwedan û serîhildana ye.

Bê gûman eger, li goreyî vî cewherê hêja û rûmetên dîrokî yê gelê me, ev hişmendî û ev Tevgêr ji aliyê Rêveberiyek ewqas mezin a hemdemî nehatiba birêvebirin, gelê me wê nikariba xwe li ser piyan ragirta, hebûna xwe ji ewqas êrîşên wahşî yên modernita kapîtalist bi parasta û nikariba ewqas serkeftin û deskeftin pêk anîba.

Mijarek din jî, bi taybetî di Şoreşa Rojava de, bi afirandina rola jinê û ciwanan di şorêşê de, pêşî li hêza herî xedar û xwînrij DAIŞ’a modernîta kapîtalist girt û îradeya wan şikand. Di heman demê de vê afirêneriya fîlozofane ya hemdemî û nûjen a Rêber APO, mirazê dagirker û qirkeran di qirika wan de hişt.

Her wiha heman têkoşîna bi rûmet û deskeftiyên bi rûmet, bawerî û hêvî da hemû gelên bindest û kes û komên mezlûm ên herêmê. Bandora ronahiya vê têkoşîna bi pêşengtiya jinê, di asta cihanî de deng veda û bandorek hêja afirandi ye.

Jiber ku gelê Kurdistanê, di serdema Peymana Lozanê de bê rêber û tevgêr bû, nikaribû bibûya xwedî deskeftiyan. Lewma derbeyek mezin xwar di vê serdemê de.

Îcar, heke mirov bala xwe bide van serkeftin û deskeftiyên hêja yên niha, mirov dikare bi hêsanî bibêje; êdî gelê Kurdistanê dikare bi serkeve û neyê şikestin. Jiber ku êdî ji her demê zêdetir û mezintir xwedî Rêbertî, hişmendî, serpêhatî û tevger e.

Lewma mirov dikare bêje, di vê sedsala dudan a Peymana Lozanê de, êdî tu hêz û tu peyman nema dikare pêşiyê li serkeftin û azadbûna gelê Kurdistanê bibire. Êdî têra xwe ders ji Peymanên mîna Lozanê û hwd.derxistiye û rêya xwe ya sisiyan baş rohnî kiriye û bêdudilî dimeşe.

Helbet divê tu caran kes û hêz, qîma xwe bi deskeftiyên heyî nîne û her amadekariyên xwe xurtir bikin, da ku karibin bi kêmzerar mejî û jiyana xwe ya azad bidomîne.

Ev sedsala nuh, di vê çarçoveya amadekariya bi tevgêrbûna xurt de, dibe sedsala jiyan a azad û aram a gelê Kurdistanê!

Salvegera 11an a Şoreşa Rojava li gelê me û mirovahiyê pîrozbe!

Nûçeyên Têkildar