Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Peymana Lozanê rûreşiyekê dîrokê ye

PÎK’ê ragihand ku gelê kurd di van salên dawiyê de li Kurdistan û seranserê cîhanê helwesta xwe ya li dijî Peymana Lozanê nîşan daye û got: ‘’Peymana Lozanê weke rûreşiyekê di dîrokê de cihê xwe digire.’’

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind di 101’emîn salvegera Peymana Lozanê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bertekên xwe yên li dijî Peymana Lozana nîşan da.

Daxuyaniya Serokatiya Giştî ya PÎK’ê bi vî rengî ye:

‘’Gelê kurd ê li ser axa Mezopotamyayê dijî, şaristaniya herî mezin ava kiriye û bûye alîkar ku şaristaniyên cîhanê pêş bikevin. Gelê Kurd yek ji gelên qedîm ê herêmê ye ku bi sedsalan e ji hev parçe bûye, nasnameya wan hatiye înkarkirin, bi planên qirkirin û înkarê re rû bi rû maye.

Peymana Lozanê di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozanê di navbera dewletên Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan û Tirkiyeyê de hate îmzekirin. Peymana Lozanê ew peyman bû ku sînorên Tirkiyeyê destnîşan dikir û hebûna dewleta tirk derdixist holê.

Hêzên emperyalîst bi Peymana Lozanê axa Kurdistanê parçe kirin û radestî dewletên dagirker Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê kirin. Bi biryara Peymana Lozanê welata me Kurdistan hate dabeşkirin û dagirkirin.

Di destpêka sedsala 20’an de li Rojhilata Navîn gelek dewletên serbixwe hatin damezrandin. Mixabin hêzên emperyalîst û dagirkerên Kurdistanê pêşî li pêşveçûna Kurdistanê girtin û nehiştin gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe û li ser axa xwe weke gelên cîhanê bi rûmet bijîn.

Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de dewleteke bi navê Tirkiyeyê hate damezrandin. Piştî sala 1923’yan li Kurdistanê rojên tarî destpê kirin û serdemeke çewisandineke mezin destpê kir û hemû mafên netewa Kurd hatin înkarkirin.

Bi vê peymanê dewletin dagirker hebûna gelê me înkar kirin, gelê me asîmîle kirin, ziman, çand û dîroka me red kirin. Bi taybetî jî dewleta tirk a nijadperest hebûna me qebûl nekir û heya îro jî red dike.

Lê belê gelê kurd ev rewş û statû qebûl nekirin. Li hember înkar û asîmîlasiyonê û ji bo azadiya xwe li ber xwe da û li her çar perçeyên Kurdistanê pêş ketin.

Daxwaziya me ji gelê kurd ew e ku bi yek dengî û bi ruhekî neteweyî tevbigerin û trajediya 101 salî ya gelê kurd ji holê rakin. Gelê kurd her tim bi navê xwişk-birayên Îslamê ji aliyê dewletên dagirker ve hatin xapandin.

Bangawaziya me ji bo gelê Kurd ew e ku tu carî bi dagirkerên Kurdistanê bawer nekin.

Di wan salên dawiyê de gelê kurd li Kurdistanê û li seranserê cîhanê helwesta xwe ya li dijî Peymana Lozanê bi konferasan û çalakiyan nîşan daye.

Em bi helwesteke neteweyî diyar dikin ku em kurd weke hemû gelên cîhanê xwedî heq in û ji bo ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn, li ber xwe didin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar