Çalakvanan gotin, divê zext li hemû aliyên siyasî were kirin û berpirsyartiya netewî hildin ser milê xwe. Her wiha divê hemû beşên civakê jî dengê xwe bikin yek.
Peymana Lozanê di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozan yê Siwîsreyê pêkhat, di encamê de Kurdistan bi ser çar welatan de hat parçekirin û kurd ji mafên xwe hatin bêpar hiştin. Îsal em di salvegera 100’emîn ya wê peymanê de ne. Çalakvanên civaka sivîl ên Germiyanê derbarê salvegera peymanê, tiştên ku bi serê gelê kurd hatin û divê kurd ji niha şûnde çibikin nêrînên xwe anîn ziman.
Çalakvan Arî Ezedîn da zanîn ku gelê kurd tu demê nekariye di lihevkirin û peymanan de xwe ji xeta herêmî, olî û eşîrtiyê biparêze û bikare bi helwestek netewî derkeve pêş. Arî got: “Niha jî egerek din heye ku dagirker dixwazin tu mafek bi kurdan nedin û rê nedin tu cihek kurdan di qada siyasî û rêvebirinê de hebe. Dagirker dixwazin ev destkeftiyên ku niha li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê hene cardin tune bikin û her du parçeyên Kurdistanê dagir bikin.”
Di dewamê de Arî Ezedîn îşaret bi giringiya helwest û hêzek parastinê ya netewî kir û got: “Pêwîste em kurd stratejiyek me hebe ku bizanîn pêwîstiya me bi çi heye. Hêzên her çar parçeyên Kurdistanê divê berpirsyartiya vê yekê hilgirin. Bi taybetî jî PKK û PDK ku cihek wan ê siyasî, aborî, coxrafî û leşkerî yê bihêz heye. Pêwîste her du hêz ji bo berjewendiyên gelê kurd bikevin nava danûstandinên cidî. Erkê gel jî ewe ku zextan li hemû hêzên siyasî bikin ku wan bixin di bin berpirsyartiyê de.”
Çalakvan Hawkar Nesredîn jî da zanîn ku divê di nava kurdan de kesayetên siyasî, rewşenbîr, hunermend, çalakvan û çapemenî lobiyek avakin, deng û daxwazên kurdan bigihînin raya giştî ya cîhanê. Hawkar got: “Ji bo peymanek din mîna Lozanê dubare nebe, divê kurd şiyar bin û tişta pêwîst bicihbînin. Ji berku niha jî welatên dagirker hewil didin dibin navên cûda de peymanên mîna lozanê dubare bikin.”
Di dewamê de Hawkar Nesredîn got: “Ger di nava kurdan de pirsgirêk nebe, wê dagirker nikaribin biserkevin û dagirkeriya xwe berdewam bikin. Ji bona wê divê siyasetek me ya xurt hebe. Divê bi proje û hesabên biçûk ve xwe mijûl nekin. Pêwîste berjewendiyên hizbayetî bidin aliyek. Bingeha pirsgirêkên me kurdan ewe ku em teng difikirin. Berovajî divê em rast bifikirin û ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd yekitiya kurdan esas bigrin. Ger ev tişt hatin kirin, wê bidestxistina mafên gelê kurd mîsoger bibin û wê êdî nikaribin peymanan li ser kurdan pêkbînin.”