Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Peymana NATO’yê dibe ku Lozanê nû bike

Endamê Komîsyona Karên Derve ya Meclisa Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, got ku bi tawizên Swêdê û welatên YE’yê ji bo endamtiya NATO’yê dane Tirkiye, wek ku Lozan nû bûbe.

Bi şerê Ûkraynayê re, Fînlandiya û Swêdê ji bo endamên NATO’yê dest bi pêvajoyekê kir lê bi vê pêvajoyê ji bo Tirkiyeyê di qada navneteweyî de maseyek din vebû. Ev kartên bazariyê ku pêşkêşê vê maseyê hatin kirin, li gor hin qadan ji hev cihêtiya xwe hebe jî, bi giştî ji bo operasyona li Sûriyeyê wek çekekê vekirî ye û bi taybetî ji bo Kurdên li Swêdê û Fînlandiyayê, hemanên mîna derxistina qanûna ‘teror’ê tê de ne. Tirkiyeyê ku ji bo Sûriyeyê nekarî pir tiştan di vê hevkêşeyê de bi cih bike, hin daxwazên xwe yên din danî ser maseyê. Ev bazarî ku ji bo Fînlandiyayê zû bi dawî bû, ji bo Swêdê ta bi lûtkeya NATO’yê ya 11-12’ê Tîrmehê berdewam bû.

Beriya lûtkeyê li Vîlnîûsê civîneke bi sê aliyan hat kirin. Erdogan, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ûlfkrîstersson li hev civiyan. Erdogan, soz da ku protokola tevlêbûyîna NATO’yê Swêdê bibe Meclisa Neteweyê ya Mezin a Tirkiyeyê. Serokwezîrê Swêdê ÛlfKrîstersson jî ferzkirina ‘’teror’’ê ku Tirkiyeyê dixwest bi gotinên xwe qebûl kir û serbestiya vîzeyê jî di nav de, got ku wê bibin piştgir ji bo Tirkiye bibe endama YE’yê.

Ji vê maseyê, ji xeynê hin sozên li ser navê YE’yê hatine dayîn tu destkeftiyeke din a Tirkiyeyê heye ya nîn e hêj ne diyar e; lê çapemeniya rojava Erdogan wek gotûbêjkarekê baş da nîşandan û îşaret pê kir ku wê DYA jî dest bi pêvajoya F16’ê bike. Me li ser van hemû geşedanan pirs ji endamê Komîsyona Karên Derve ya Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek kirin.

Li Vîlnîûsê Tirkiye û Swêdê li ser tiştekî li hev û din kir û di vê çarçoveyê de hat gotin ku hin peymanên ‘’teror’’ê yên li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine danîn. Ev sozên ku ji bo dengê NATO’yê hatine dayîn, bi taybetî ji bo Kurdên li Ewropayê dijîn, hem jî ji bo demokrasiyê tên çi wateyê?

Bi lihevkirinên heyî, diyar e ku vîna Kurdan a azadiyê û destkeftiyên wan hatine armanckirin.  Bi vî aliyê xwe, ev peyman îsbata wê yekê ye ku ne bi tenê Tirkiye lê dewletên ku endamên NATO’yê ne û welatên Ewropayê jî bi rolê xwe yê dîrokî yê di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de îro jî dilîzin. Peymana ku Swêdê ji bo endamtiya NATO’yê bi AKP’ê re îmze kiriye, li ser zemînekê ku dijberiya Kurdan ji nû ve çêdike, rûdine.  Mirov dikare wek israrkirina di Peymana Lozanê de jî bibîne ku Kurdistan pê bûye çar parçe. Mirov dikare peymanên wiha wek rojanekirina Lozanê jî pênase bike. Lê yên xwe li vî peymana nehletî qewimandiye, em dixwazin bi bîra wan bixin ku hişmendiya azadiyê ya kurdan, destkeftî û asta wan birêxistinbûnê, ewqas bi pêş ve çûye ku jixwe mirov nikare bi sed sal berê re bide ber hev. Ji bo Kurdistaniyan wê cardin dîrok dubare nebe û vê komploya sed salî wê bê pûçkirin.

Hûn Partiya Çepên Kesk van geşedanan çawa dibînin?

Di vê çarçoveyê de, em bang li hêzên rojavayî û dewleta tirk dikin ku dev ji vê lihevkirina xwe ya qirêjî ber bidin. Em ê helbet bi asta xwe ya têkoşînê û birêxistinbûnê li dijî her aresteyên ji ber vê lihevkirinê biqewime, têkoşîna ji bo statu û azadiya Kurdan û nirxên gerdûnî yên gelên bindest biparêzin, ne bi îcazetên serdestan lê bi vîna berxwedanê ya gelan a li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê li rêya xwe dewam bikin.

Me wek partî, diyar kir ku ji metirsiya têkildarê ewlehiyê ya gelê Swêde ku piştî Rûsya Ûkrayna dagir kir, fêm dikin. Lê me got ku bi endamtiya NATO’yê wê ev metirsî çareser nebe lê dibe ku bi van pêngavan rageşî û şerên emperyalîst yekcar zêde bibin. Di vê merheleya ku em tê de ne, derketiye holê ku rewşa heyî ji metirsiya ewlehiya ya Swêdê biwêdetir e.  Hikumeta Swêdê ku gelekê din kir mijara bazariyê, nirxên xwe ku diparêze xistin nav dest û pêyan.

Lewma, eger ku rayedarên Swêdî bifikirin ku wê ev bazarî bi tenê bi kurdan sînordar bimîne, şaş in. Her tawizeke ku ji bo dewlet û sermayeyê bê dayîn, wê bê wateya dayîna tawizan ji nirxên demokratîk ku we pergala xwe pê ava kiriye.

Tirkiyeyê, bi taybetî got ‘’Bila rêya endamtiya YE’yê vebibe’’ lê ew bixwe ji qanûnên oryantasyonê yên YE’yê gelek dûr e, Serokê Îtalyayê got ku di rojevê endamtiya Tirkiyeyê tu nîn e. Helbet haya Tirkiyeyê jî ji vê heye lê di vê pêvajê de bi pêngava polîtîk a Erdogan çi hat armanckirin?

Ev ne tiştekê nû ye. Erdogan salê carekê daxwaza xwe ya ji bo endamtiya YE’yê tîne ziman. Bi pişt re çiqas tişt û kirinên berovajiyê krîterên endamtiyê hebin pêk tîne.  Halê hazir ku hêzên rojavayî têkildarê pêvajoya endamtiya YE’yê ya Tirkiyeyê û serbestiya vîzeyê hin daxuyanî erênî dane, pêvajoya endamtiya YE’yê jî ketiye ser zimanê Erdogan. Hilbijartin bi şertên ne bi wekhevî kar kir lê herî pir wan hay jê heye ku di warê siyasî de têk çûne. Erdogan bi vê pêngavê ji bo pere bê welat, sermayeya kûreyî ji bo mêtinkariya bêhtir vedixwîne welat. Ku welat navendeke ji navendên mezin ên trafîka tiryakê ya cîhanê ye, bi vî karakterê desthilatdariyê re têkildar e.

Helbet hin hevkêşeyên din jî daxilê vê bazariyê ne. Di encama endamtiya NATO’yê de sînyal hat dayîn ku wê firotina F16’an ji aliyê DYA’ve bê êrekirin. Hem herêmî hem jî kûreyî ku mirov lê dinihêr, hûn nirxandina bîr û boçûna lihevkirinên şer çawa dikin?

Me hay jê heye ku modernîteya kapîtalîst hem di warê îdeolojîk hem jî di warê polîtîk de di nav aloziyeke cidî de ye. Ji bo derketina ji vê rewşê hem rêyên ku dijberiya ku dibe sedema şer hem jî di ser pîşesaziya ewlehiyê re rêyên danheva sermiyan ên nû tên vekirin. Li dijî vê rastiyê, me pêdivî bi avakirina tevgereke aştî û azadiyê ya kûreyî heye. Li dijî şerên hegemoniyê yên navdewletî divê em bi lez û bez zemînên hevpar ên jiyana civakî ya bi hev re ava bikin. Ajotina şopa serdema şoreşên sedsala 21’emîn, wê encax bi hewila pêkanîna yekitî û hevkariya civakî, polîtîk û îdeolojîk a bindestên cîhanê pêkan bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar