Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye’

Rojnameger Yusuf Gurcusû diyar kir ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û wiha got: “Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalîst li ser cîhanê bê serwerkirin.”

Li cîhanê her ku diçe qeyrana avhewayê kûr dibe. Tirkiye jî di nav de 175 welatan di 22’ê nîsana 2016’an de li New Yorkê Merasima îmzeyan a Asta Bilind li dar dixistin û Peymana  Parisê îmze kirin. Welatên ku ev peyman îmze kirin, ferz kirin ku vê peymanê li meclisê derbas bikin. Lê Tirkiye ev şert pêk neanî û ev biryar li meclisê derbas nekir. Piştî 2020’an li Tirkiye û cîhanê talûkeyên avhewayê her ku diçe mezin dibe. Ekolojîst diparêzin ku ev peyman ji bo çareseriyê nabe bersiv. Têkildarî mijarê û peymanê rojnameger Yusuf Gursucû nirxandin kir.

Gurcusû anî ziman ku germahiya kurevî ji ber hilberîna zêde ya kapîtalîzm zorê lê dike ye û wiha got: “Di zîrveyên avhewayê yên li cîhanê tên kirin de tenê germahiya kurevî tê destgirtin. Biryarên ku di zîrveyên avhewayê de tên girtin, li gorî têkiliyên hilberîna kapîtalîst û hilberîna enerjiyê tên girtin. Dibêjin ger di enerjiyê de veguhertin hebe, dê germahiya kurevî ji holê rabe. Lê ev ne rast e. Beriya Peymana Parîsê divê li peymana Kyoto bê nêrîn. Biryarên li Kyoto hatin stendin girîng in. Piştî Peymana Kyoto dest bi bazirganiya karbonê kirin. Bi vê bazirganiyê yên pereyên wan hebû serbest hewa qirêj kirin. Hewa paqij kirin amûrê meta bazirganiyê. Ewil baca karbonê ji sotemeniyê girtin û welatî şelihandin. Armanca bacê ‘Enerjiya alternatîf’ kirin çavkaniya finansmanê. Bi van gavan welatî bêtir xizan kirin. Bi bacê ji gel distînin, sermayeyê mezin dikin. Ji bo demekê santralên termîkê girtin. Dîsa kota tatînin ser belavkirina karbonê. Ev yek ji bo Tirkiye û 6 welatên din erênî ye.”

Avê dikin amûrê bazirganiyê

Gurcusû da zanîn ku bêavî û zuhabûn, nikare şertên kapîtalîzmê rawestîne û wiha domand: “Pêşnûmeya Zagona Avê ku rêxistinên civakî jî piştgiriyê dide û îktîdar dê wê di demek nêzîk de bîne meclisê. Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Dîrektifa Derdor û Avê ya Yekitiya Ewropayê esas digirin û dixwazin Zagona Avê bê amadekirin. Di pêşnûnayê de ne ji bo av hebûna xwe berdewam bike ye. Ji bo pêdiviyên kapîtalîzmê ev zagon tê amadekirin. Li gorî Dîrektifa Derdor û Avê yên qirêj bikin dê pere bidin. Yên pere xerç bikin dê bidin. Ev yek avê bi temamî dike malê bazirganiyê. Yên ku pereyên wan hebe diktarin ji avê sûdê bigirin. Yên pereyên wan tune be nikarin ji avê sûdê bigirin. Ev yek bu tu awayî nayê qebûlkirin.”

Her wiha Gurcusû da zanîn ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalîst li ser cîhanê bê serwerkirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar