Peymana Sewrê di sala 1920’an de di navbera welatên serketî yên Şerê Cihanê yê Yekemîn û Împaratoriya Osmaniyan de hate îmzekirin. Di encamê de beşek zêde ya xaka Osmaniyan li ser welatên Fransa, Brîtanya, Yewnan û Îtalya de hate belavkirin. Biryar hat dayîn Egeyê ji Yewnanan re bê berdan, Derya Spî wê ji Îtalyayê re berde, wê bakur ku îro Serhed jê re tê gotin wê ji Rûsyayê re berdin. Derveyî vê, Trabzon, Wan û herêmeke berfireh a ji Ermenîsteke serbixwe re bê berdan. Wekî din aliyê Dîlok, Mereş, Riha heta Sêwasê ji Fransayê re berde. Aliyê Colemêrgê jî ji Îngilîzan re bê berdan. Anatoliya Navîn jî weke Tirkiye tê hiştin.
Bendên 62,63, 64 ji bo kurdan taybet bû
Di dîrokê de cara yekem Şerîf Paşa wek nûnerê kurdan beşdarbû. Ev jî şêwazek yê wek neteweyek siyasî-civakî ya bindest, naskirina kurdan bû. Peymana Sewrê ji 422 madeyan pêk dihat. Bendên 62,63 û 64 ji bo kurdan taybet bû.
Di nav de bi kurtî wiha hate gotin ku ger gelê kurd bikare di nava salekê de vegere Cemiyeta Miletan, her wiha piraniya şêniyên herêmê bixwaze ji Tirkiyeyê cuda bibe û Cemiyeta Mileta îqna bibe ku ev gel hêjayî serxwebûnêye, divê Tirkiye jî van rêznameyan pêkbîne û her wiha dev ji mafên xwe yên li herêmên ku peyman li ser hatiye pêkanîn berde. Eger ev devjê berdan di dema xwe de were pêkanîn, hêzên hevpeyman tu astengî li pêşiya yekgirtina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi kurdên li parêzgeha Mûsilê re dernaxin.
Bi Peymana Sewrê re tirkan careke din dest bi lîstokan kir
Li ser vê yekê tirk dîn bûn û kêç dikevin nav kavilê wan. Bi hewldanên Îsmet Înonû yê ku di Peymana Lozanê de nûnertiya şandeya neteweyî ya dewleta Tirkiyeyê dikir, ji bo hilweşandina Peymana Sewrê hemû rê hatin bikaranîn.
Di destpêka civînê de şandeya Ewrûpî pirsa li ser berjewendiya kurdan a ji bo hikûmeta nû ya Tirkiyeyê dipirse. Ew jî di bersivê de qala bihevre jiyan, dostanî û biratiya navbera kurd û tirkan de dike. Lê ev gotinên Înonû nekarî şandeya welatên beşdarî peymanê bûyîn, razî bike. Ji ber wê bi lez vegeriya Tirkiyeyê û ji Atatûrk daxwaz kir ku demildest kesek wek nûnerê kurdan bide naskirin amade bike û razîbûna kurdan ya mayîna dibin desthilatiya tirkan de bi ragihîne.
Xiyanetê carek din rê li serxwebûnê girt
Ew kes jî kurdê ku xiyanet li gelê xwe kirî û ketî xefika Mustafa Kemal Ataturk, Hesen Xeyrî Beg bû di Peymana Lozanê de nûnertiya gelê kurd kir. Ji ber ku welatên Ewrûpî ne amadebûn ku bê razîbûna kurdan peymanê îmza bikin. Ji ber vê yekê Hesen Xeyrî Beg ku wê demê endamê Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê bû, li ser daxwaza Atatûrk nameyek ji bo Dîwana Rêveberiya Lozanê re şand û razîbûna kurdan ya ji bo avakirina dewleta nû ya Tirkiyeyê ragihand.
Herî dawî di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li Lozana Swîsreyê di navbera welatên Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan, Hirvatistan, Slovenya û Tirkiyeyê de peymanek din li ser naskirina dewleta nû ya Tirkiyeyê û sererastkirina Peymana Sewrê hate îmzakirin. Tirkiye ji ber têkçûna xwe ya di Şerê Cihanê yê Yekemîn de, Peymana Sewrê bi zorê îmzakiribû, dixwest hikûmeta nû cuda were dîtin.
Bi Peyamana Lozanê re Peymana Sewrê hate hilweşandin
Di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de Peymana Lozanê hate vajokirin û Peymana Sewrê hate hilweşandin. Peymana Lozanê li ser bi awayekî tirsnak û hovane parçekirina kurdan û sûrgûnkirina wan ya li dewletên ku bi tundî li dijî kurdan tevdigerin bû da ku di vê sed salê de kurdan jî wek bi dehan netewên din ên cihanê ku navên wan tenê wek netewek qedîm di pirtûkên dîrokê de mane, bihelînin û biperçiqînin.