Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Peymana Stenbolê ji bo çi bû hedefa dîktator?

Tirkiye bi biryara Erdogan nîvê şevê xwe ji Peyman Stenbolê ku ji bo parastina jinan hatibû îmzekirin, vekişand

Navena Nûçeyan |

Tirkiye xwe ji Peymana Stenbolê ku ji bo jinan pir girîng bû vekişand. Bi biryarnameya Serokomariyê ya di Rojnameya fermî hat weşandin de, Peymana Stenbolê hat betal kirin û Tirkiye îmzeya xwe ji peymanê paşve vekişand.

Lê belê Peymana Stenbolê çi ye û bo ji girîng e?

Peymana Stenbolê ji bo parastina jin a ji her cureyên tundiyê di sala 2012’an de ji aliyê Konseya Ewropayê ve li Stenbolê ji hemû welatan re bo îmzeyê hat vekirin. Peyman di 8’ê Adara 2012’an de yanî Roja Jinên Cîhanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hîn dewletên endamên Konseya Ewropayê û dewletê din îmze avêtin bin peymanê. Tirkiye jî yek ji van welatan bû ku destpêkê îmze avêt bin peymanê. Ev Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze kiribû, li ser wekheviya zayendiya civakî hatibû avakirin.  Armanca peymanê avakirina wekheviya navbera jin û mêran û ji dijî jinan astengkirina her cureyên tundiyê bû.

Lê ev peymana ku ji bo parastina jinan hatibû îmzekirin piştî çend salan ji aliyê Erdogan xwe hedef hat nîşandan. Ev hedefnîşandayîna Erdogan rastî bertekên jinan hat û jin bi rojan çalakiyan pêk anîn. Ji ber van çalakiyan ji bo demeke guhertina qanûnan û biryara vekişandina ji peymanê hat paşxistin.

Sedema hedefnîşandayînê

Ji bo çi Peymana Stenbolê hedef hat nîşandan? Ji ber Erdogan ku Tirkiyeyê ber bi dîktatoriyê ve dibe, li hemberî avakirina civakeke li gorî xwe jinan wek astengiya herî mezin didît. Jixwe di guhertina û derxistina hîn qanûnan de ev tişt tê dîtin. Hemû qanûnên xwe li gorî parastina mêrên tecawizkar, tacîzkar, tundewar û hwd. dîzayn kir. Bi vê awayî jinan rasterast kir hedef. Jixwe piştî hedefnîşandayîna Erdogan û tifaqa faşist AKP-MHP’ê tundiya li ser jinan zede bû, her roj jin hatin qetilkirin û hê jî tên qetilkirin, jin rastî taciz, tecawiz û destdirêjî hat, ne tenê jin di heman demê de pêşeroja civakê zarok jî rastî heman tiştî hatin. Û desthilatdar bi qanûnên xwe mêrên tecawizkar û qatil her tim xelat kir û jinên ku li hemberî mêr parastina xwe ya cewherî pêk anî hedef nîşan da.

Îlankirina dîktatoriyê

Jixwe xwe vekişandina ji Peymana Stenbolê, Erdogan û tifaqa faşîst êdî bi aşkera dîktatora xwe îlan kirin û dan nîşandan ku ji bo parastina dîktatoriya xwe dikarin her qirêjiyê bike.

Ji ber vê yeke êdî jin divê ji her demê behtir xwerêxistinbûna û hevgirtina xwe xurt bikin. Divê jin pêşengî ji civakê re bikin û li hemberî dîktatorê seferberî bidin ragihandin. Encax bi vî awayî civak dikare textê dîktatorê hilweşîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar