Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam xera dike

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla ‘jina makbûl’ biafirînin û got ku peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye

Peymana Stenbolê yek ji peymana navnetewî ya li dijî tundiya li ser jinan e. Peyman di 11’ê gulana 2011’an de li Stenbolê hat îmzekirin û di 1’ê tebaxa 2014’an de ket meriyete. Di Peymana Stenbolê de li dijî her cûre tundiya li ser jinan pêşî lê tê girtin. Di metna peymanê de gelek xal ji bo jinan hatine amadekirin. Peyman demek dirêj e di rojeva rêxistinên jinan de ye. Di demên dawî de kesên nêzî îktîdarê peymanê bi îdiaya ‘saziya malbatê xera dike’ kirine hedefa xwe. Rojnameyên nêzî AKP’ê Yenî Akît û Yenî Şafak ev demeke dibêjin ‘hêlînê xera dike, bila rakin’ peymanê kiriye hedef. Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan jî got ‘Derdora muhafazakar aciz e. Ez derbarê peymanê de rexneyan dibîhîzim.’

Têkildarî Peymana Stenbolê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum a di heman demê de endama Komîsyona Wekheviya Fersenda Jinan Zilaman a Meclisê ye, da zanîn ku Peymana Stenbolê wek hedef didin nîşandan û got ku Peyman sazîbûna malbatê xera nake serdestiya zilam a li dijî jinan xera dike.

Peyman li dijî her cureyê tundiyê ye

Di axaftina xwe de Gulum anî ziman ku peyman ji bo jinan destkeftiyek mezin e û wiha domand: “Tenê ne tundiya fîzîkî, tundiya derûnî û hemû tundiyan di nava xwe de dihewîne. Peymanek li dijî her cûre êrîş û tundiya li ser jinan e. Peymanek bêqisûr e. Hemû rê û rêbazan nîşanî hikûmet û dewletê dide. Çavkaniya tundiya li dijî jinan zîhniyeta serdest a zilam e. Heta serdestiya zilaman a li dijî jinan neyê guhertin dê tundiya li dijî jinan berdewam bike. Kesên xwe nêzî îktîdarê dibînin li dijî peymanê derdikevin. Bi taybetî ev demek dirêj e medyaya îktîdarê li dijî peymanê derdikeve û kiriye hedefa xwe. Li dijî peymanê pêla êrîşan dest pê kir. Dixwazin bi hedef nîşandanê Peymana Stenbolê profîla ‘jina makbûl’ biafirînin. Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye.”

Meclis li dijî xebata wan dibe asteng

Her wiha Gulum destnîşan kir ku di mijara pêşîgirtin, lêkolîn û tedbîr girtina tundiya li dijî jinan, tacîz, tecawizê meclis tiştek nake û pêşniyazpirsên di vê mijarê de didin meclisê jî tên redkirin û diyar kir ku di vî warî de li meclisê xebata zemînek bi bandor nîne û zemînek wan a hevpar heye lê desthilatdarî li pêşiya vê xebatê dibe asteng.  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar