Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peymanên cotmehê bi dawî dibin

Di van rojên dawî de her çiqasî bi rengekî aşkera li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gef nayên xwarin jî lê êrîş didomin. Dewleta tirk ji bo erêkirina DYA’yê bigire û bi Rûsyayê re li hev bike, bi aliyan re danûstandinên xwe didomînin.

Di demeke ku dewleta tirk li ser herêmê gefên êrîşeke nû dixwe, Rêveberiya Xweser wekî rojên destpêkê bal kişand ser danûstandinên Sûrî-Sûrî û çareseriya bi danûstandinên bi rejîma li Şamê re da ku alozî were çareserkirin, êşa gelê Sûriyeyê kêmtir bibe û pêşî li dagirkerî û êrîşan were girtin.

Rûsya di vê mijarê de her çendî xwe wekî alîgirê danûstandinan dide nîşandan jî lê di pişt perdeyê de plan û bazara wê ew e ku hemû herêman bixe bin serweriya rejîmê. Li Sûriyeyê piştî zêdetirî 10 salan ji aloziyê û şerê navxweyî û kuştin, wêrankirin û koçberiya ku çêbû, kî wê bawer bike ku rewş vegere wek berê û rejîm wekî bixwaze bi desteka Rûsya û Îranê bibe serwerê tevahiya Sûriyeyê?

Berî hefteyekê, hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed di komxebateke li bajarê Reqqayê de gotibû, Rûsya ji wan xwestiye ku 3 hezar serbazên rejîmê derbasî Kobanê bikin da ku dewleta tirk êrîş neke û rêveberiyê jî qebûl nekiriye. Ev jî wê yekê dide xuyakirin ku bazarî li ser Kobanê tê kirin. Rûsya ji bo dema êrîşek li ser herêmê çêbû û wekî sûcdar neyê dîtin, wê bibêje binêrin me ji were got bila rejîm derbas bibe we qebûl nekir. Heman  bazar dema êrîşên îsal ên li ser Eyn Îsayê jî dubare bû, lê hêzên parastinê li wir karibûn derbên giran li çeteyên dewleta tirk bixin.

HSD’ê di 22’yê mijdarê de daxuyaniyeke da û got ku Şam gefên dewleta tirk dixwaze ji bo tawîzan ji Rêveberiya Xweser bigire bi kar tîne û di mijara danûstandinên siyasî de jî ne cidî ye û gefa êrîşa li ser herêmê bi dawî nebûye û hêzên wan di amadekariyê de ne.

Di vê navberê de berpirsên DYA’yê  jî ji berpirsên HSD’ê re helwesta xwe diyar kirin û gotin ku ew rê nadin ku êrîşeke din li ser herêmê pêk were û herî dawî dema şandeyeke wezareta derve serdana Rojava kir û li gel fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî re civiyan, ev helwesta xwe teqez kirin û gotin, divê alî pabendî agirbestê bibin û şer li Sûriyeyê rawestê..

Lê dewleta tirk hem êrîşên xwe yên bi balafirên bêmirov û hem jî di bejahiyê de bi rêya topan li ser herêmê didomîne. Herî dawî bombebarana li Qamişloyê û şehîdxistina Yûsif Gulo û nevîyên wî bû. Di aliyê operasyon û êrîşên berfireh ên bejahî de jî amadekariyên xwe yên leşkerî didomîne û weke ava bin kayê bazaran bi aliyên di Sûriyeyê de bi bandor dike. Jixwe wezîrê karê derve yê tirk Çawişoglû beriya demekê li Îranê bû û li wir hat gotin ku ji bo Erdogan jî di meha pêşiya me de biçe Îranê amadekarî hat kirin. Ev hemû tevgera dewleta tirk a ji bo Rojava dide xuyakirin.

Lê bazar çi be jî, peymana agirbestê ya cotmeha 2019’an dema êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spiyê heye û ev hem bi Rûsya û hem jî Amerîkayê eleqedar dike. Ger dewleta tirk êrîş bike, peyman ji holê radibe û mafê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e ku ew jî êdî girêdayî peymanan tev negere û li herêmên dagirkirî çalakiyan bike û li gorî hêza xwe rizgar bike. Şerê HSD’ê şerekî rewa ye û dema peyman xirab bibe, Rûsya jî û Amerîka jî hebûna wan a li herêmê dikeve xeteriyê û weke agirê bi koma pûş bike, wê tu kes nikaribe bi hêsanî vemirîne wekî 2019’an.

Nûçeyên Têkildar