Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Peywendiyên navbera YNK û PDK’ê de her ku diçe aloztir dibe

Peywendiyên dinavbera YNK û PDK’ê de her ku diçe aloztir dibe. Hîn jî her dû partî li ser diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê lihevnekirine. Dihat payîn ku îro biciviyana, lê civîn pêk nehat. Çavdêrê siyasî Edalet Abdullah got ku dibe ku YNK tevlî hikumetê nebe û herêma xwe bi xwe rêve bibe

Nakokiya navbera Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de her ku diçe mezin dibe. Li rexmê ku ji bo pêkanîna hikumetê her dû partî dû caran lihevkirin jî, lê hîn jî nekarîne nakokiya dinavbera xwe de çareser bikin. Hîn jî nekarine ji bo pêkanîna hikumeta nû ti pêngavek bavêjin.

Di 28’ê Gulanê de li parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê bi dengê 68 parlamenteran Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Federal a Kurdistanê. Tê payîn sibe Nêçîrvan Barzanî bi merasîmekê li hola Seed Abdula ya li bajarê Hewlêrê sonda yasayî bixwe. Di dema hilbijartina serokatiya herêmê de, fraksiyona YNK’ê ne amadebû. Tê payîn YNK sibe jî tevlî merasîma sondxwarinê ya Nêçîrvan Barzanî nebe.

Dihat payîn îro YNK û PDK li ser diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê kom bibin. Lê li gorî agahiyan PDK’ê gotiye ku heya serokê herêmê sond nexwe, ew guftugo li ser wê mijarê nakin. Yanî gorî agahiyan sedemê ku îro her dû alî ne civiyane eve. Li gorî zanyariyên malpera PUKmedîa ku bi ser YNK’ê ye, wê îro Mekteb Siyasî ya YNK’ê li ser peywendiyên bi PDK’ê re bicive.

Nakokiyên PDK û YNK’ê

Ya ku bi aşkereyî li gorî daxûyaniyên berdevkên PDK û YNK’ê tê dîtin, nakokiya sereke ya navbera PDK û YNK’ê de diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê ye. YNK dixwaze beriya ku hikumet were avakirin, waliyek ji bo Kerkûkê were hilbijartin. Lê hîn jî PDK vê daxwaza YNK’ê ne pejirandiye.

Çavdêrê siyasî yê bi navê Edalet Ebdula der barê nakokiyên navbera YNK û PDK’ê de axivî û got, “Ger YNK tevlî merasîma sondxwarinê ya Nêçîrvan Barzanî nebe, wê bibe pêngave dûwem ya bê YNK. Ji ber ku di pêngava yekem de serokê parlamentoyê bê YNKê hat hilbijartin, di pêngava dûyem de jî li parlamentoyê bê YNK’ê serokê herêmê hate hilbijartin. Ger PDK pêngava sêyem ku ew jî pêkanîna hikumetê ye, bê YNK’ê bavêje, dibe ku YNK hikumetê boykot bike û herêma xwe bi xwe rêve bibe.” SILÊMANÎ

Çavkanî: Dana Omer  / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar