Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pincarê çiyê hem derman e hem jî debar e

Bi biharê re li çiyayên Kurdistanê gelek celebên pincaran şîn bû. Pincarên ku li çiyê tên hevdan, çavkaniyeke şêniyên herêmê ye.

Bi vîrûsa koronayê de bêkarî û xizaniya li Bakurê Kurdistanê zêde bû. Pincarê ku li çiyê tê hevdan bûye çavkaniyeke debarê ji bo şêniyên herêmê. Li Wanê bi sedan kes bi pincarê ku li çiyê hev dide debara xwe dikin. Dema ku derketina derve ne qedexe ye mirov berê xwe didin çiyê, pincarê ji bo xwarinê û tedawiyê kom dikin û li navenda bajêr û taxan difiroşin.

Pincarê Helîz, Sirmo, Kereng, Gulik, Revas, Spîtank ên li navçeyên Elbak, Payîzava, Miks, Saraya, Westan, Artemêtan, Erîş û Bêgiriyê hem dermanê gelek nexweşiyan e, hem jî tên xwarin. Lewma çavkaniya debarê ya bi sedan kesî ye.

Hem havînê hem zivistanê tên xwarin

Ev giha û pincarê li Wan û bajarên derdora wê şîn dibin, hem bi rengekî teze tên xwarin, hem jî dikare bê hişkirin û zivistanê re bê hilanîn. Pincar havînê ji 2 heta 10 TL’î tê firotin, zivistanê ji 30 heta 150 TL’yî tê firotin. Hem tehma wê xweş e hem jî dermanê gelek nexweşiyan e.

Sirmo û Helîz her wiha madeya bingehîn a penêrê Wanê ye. Revas jî nava meha Gulanê bi rengekî teze tê xwarin û weke dermanê gelek nexweşiyan tê dîtin. Kereng hem teze tê xwarin hem jî zivistanê tirşiya wê jî tê çêkirin. Pincarê Gulik teze jî tê xwarin, her wiha dikare bê hişkirin û ji zivistanê re bê hilanîn. Hin ji van pincarên tên hevdan ji Amed, Edene, Mersîn, Stenbol, Îzmîr, Antalya û Tekîrdagê re jî tên şandin.WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar