Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pîra 80 salî li dijî biryara YSK’ê di nobetê de ye

Şêniyên Bajaroka Pazarcixê ji bo nedana mazbataya hevşaredarên xwe Abubekîr Erkmen di çalakiyê de ne. Nezahat Erkmen a 80 salî ku sê roj in di çalakiyê de ye wiha got: “Em mafê xwe dixwazin.”

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi boneya Hevşaredarê Bajaroka Pazarcixê ya Navçeya Dîgora Qersê Abubekîr Erkmen bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbatayê nadê. Şêniyên bajarok ev sê roj in nedana mazbataya hevşaredarê xwe şermezar dikin û çalakiyê li dar dixin. Şêniyên bajarok bi şev û roj di bin dorpêça polîsan de nobetê digirin. Yek ji van çalakvanan jî pîra 80 salî Nezahat Erkmen e.

Erkmen a li refa pêş a çalakiyê cih digire wiha got: “Me sê mehan nexwar, nevexwar û raneketin û ji bo vê hilbijartinê em xebitîn. Me bi 300 dengî şaredarî bi dest xist. Şaredariya me bi dest xistin niha ji destê me digirin. Ez jî wek jinek extiyar li vir nobetê digirim. Heta dawiyê ez ê nobetê bigirim jî. Ez ji vir naçim. Hewce bike ez ê bişewitînim. Ez tî û birçî çalakiya xwe bidomînim. Ev sê roj in ez li vir im. Mîn taştê, firavîn û şîvê nexwariye û ez tî û birçî nobetê digirim.”

‘Werin min bikujin’

Erkmen gotinên xwe wiha domand: “Xwedê dizane em çi ji destê van dikişînin. Yên vê yekê ji bo me rewa dibînin ne misilman in. Ez diçim cem eskerên li ber şaredariyê sekinîne û dibêjim ‘werin min bikujin.’ Jixwe çawa bibe jî ez ê di dawiya jiyana xwe de bimirim. Lê bila min ji bo vê yekê bikujin.”

‘Bila hilbijartin ji nûve pêk were’

Erkmen berê xwe da ciwanan û got: “Hûn ciwan in li paş bimînin. Em extiyar in em ê li pêş li ber xwe bidin.”

Erkmen da zanîn ku bi salane ew hemû zehmetiyan dikişînin û ev tişt got: “Em dixwazin mafê me bidin me. Heke naxwazin bila hilbijartinê nû bikin. Me ji bo xwedî derketina namûs, şeref û hesiyeta xwe deng da û ez wek hilbijêrekê dixwazin hilbijartin ji nû ve pêk were.”QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar