Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PÎRHA: Em ê xwe li ber wan netewînin

Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk bertek nîşanî astengkirina malpera wan da û diyar kir ku tevî hemû zext û astengkirina jî dê li ber wan xwe netewînin

Yekemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Hatayê bêyî ku sedemekî nîşan bide, malpera Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) asteng kir. PÎRHA ku di sala 2016’an de dest bi weşana xwe kiriye, weke yekemîn ajansa elewiyan tê zanîn. Astengkirina malperê ya bi biryara hejmar 1028’an, di nava civaka elewiyan de rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Nûçegihanê PÎRHA’yê yê Dêrsimê Cîhan Berk têkildarî astengkirina malpera wan axivî.

Cîhan Berk, da zanîn ku dadgehê ji bo biryara astengkirinê tu sedemek nîşan nedaye û wiha domand: “Biryara nepeniyê danîne ser dosyayê. Bi rengekî nehiqûqî hate astengkirin. Tevî hemû astengiyan jî em karê xwe didomînin û rastiyê bi gel re parve dikin. Em li ser hesabên xwe yên medyaya civakî xwe digihînin gel. Ne tenê PÎRHA lê hemû sazî û dezgehên ji çanda çapemeniya azad tên, rastî van zext û astengkirin tên. Ji ber ku haya gel ji bêhiqûqî û binpêkirinên tên kirin nebe, dewlet zextê li çapemeniya azad dike.”

‘Em ê paşde gav ne avêjîn’

Di berdewamê de Berk destnîşan kir ku ji demên berê heta hiha gelek televîzyon, ajans û rojnameyên kurdan hatine girtin û wiha bi dawî kir: “Lê tevî vê yekê jî me dev ji çêkirina nûçeyan berneda. PÎRHA, parçeyeke çapemeniya azad e. Dibe ku îro malperên me bên girtin, em bên binçavkirin û girtin. Lê em ê dev ji çêkirina nûçeyan bernedin. Em ê xwe li ber wan netewînin. Hêzên ewlekariyê li Dêrsimê dibêjin ku ji bo nûçeyan hewceye destûr ji qeymeqamtî û walîtiyê bê xwestin. Di dema çêkirina nûçeyan em tên astengkirin. Gelek kesên ji çanda çapemeniya azad tên hatin binçavkirin û girtin. Lê çi dibe bila em ê têkoşîna xwe bidomînin û paşde gav neavêjin. Dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar