Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pîrmûsa: Bes destekê bidin dagirkeriyê

Nivîskar Behzad Pîrmûsa diyar kir ku dewleta tirk û hevkarên wê dixwazin atmosferek mîna sala 1992'an biafirînin, bi vî rengî li dijî gerîla dest bi şerekî berfireh bikin û ji bo PDK'ê wiha got: “Dest ji piştevaniya dagirkeriyê berdin, Behdînan bikeve hûn ê jî biqedin.”

Nivîskarê ji başûrê Kurdistanê Behzad Pîrmûsa ku demeke dirêj e li paytexta Swêd Stockholmê dimîne, li ser dagirkeriya dewlet tirk û hevkariya PDK’ê ya bi tirkan re ji ajansa ANF’ê re axivî.

Behzad Pîrmûsa diyar kir ku nêta dewleta tirk a ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ji mêj ve heye û destnîşan kir ku armanca êrîşên ku bi bahaneya hebûna hêzên gerîla tê kirin, bêguman avakirina rewşeke defacto û tunekirina destketiyên Başûr e.

Beşek Başûr hatiye dagirkirin

Pîrmûsa bi bîr xist ku êrîşên vê dema dawiyê yên li ser Başûr hemû piştî referandûma serxwebûnê yên sala 2017’an hatin kirin û wiha got: “Bi dîtina min, ev yek peyamek ji Başûr e. Jixwe ji Zaxoyê heta Başîkayê li gelek herêmên Kurdistanê gelek cih dagir kiriye. Êrîşên ku serê salê li Garê dest pê kir û niha li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dikin, parçeyek ji vê planê ye.”

Behzad Pîrmûsa bûyera par a li Zînî Wertê bi bîr xist û anî ziman ku PDK’ê hewl da atmosferek mîna ya sala 1992’an biafirîne, partiyên siyasî û raya giştî ji bo şerekî mezin ê li dijî gerîlayên PKK’ê qanih bike, lê jê nehat ku vê bike û wiha domand: “Dewleta tirk ji bo tola têkçûna xwe ya li Garê hilîne, êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê kir.”

Beşek di nav rêveberiya PDK’ê piştgirî dide dagirkeriyê

Behzad Pîrmûsa destnîşan kir ku ew ne bawer e rewş li atmosfera sala 1992’an vegere û wiha dewam kir: “Bi dîtina min hewldaneke bi vî rengî wê bi ser nekeve. Beşek di nava rêveberiya PDK’ê de bi xurtî piştgiriyê dide dagirkeriyê; ji ber ku bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyên mafyayî ne, mîna firotina petrolê, spîkirina pereyan. Em zanin ku di nava PDK’ê de beşek heye ku noqteyên gerîla îxbar dike, agahiyên îstîxbaratî dide hêzên dagirker û ji bo tasfiyekirina hêzên gerîla bi dewleta tirk re bi her awayî hevkariyê dike. Divê ev beş tavilê çavên xwe veke û bes hevkariyê bi dagirkeran re bike. Her wiha eger êrîşên dewleta tirk hîn bêhtir bêperwa bibe, ev beş jî wê nema piştgiriyê bide. Jixwe ger dagirkerî bi ser bikeve wê herî zêde zirarê bide wan. PDK jî wê di vê rewşê de Behdînanê ji dest bide, ketina Behdînanê wê were wateya tunebûna PDK’ê. Divê PDK’î vê rastiyê baş zanibin û li gorî wê tevbigerin.”

Bertekên li dijî dagirkeriyê mezin dibe

Her wiha Pîrmûsa got ku li nava raya giştî ya Başûr nerazîbûna li dijî dagirkeriyê mezin dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî nerazîbûna parlamenterên PDK’ê jî li dijî dewleta tirk zêde dibe. Di vê mijarê de ez bi hêvî me. Hêrsa gelê Başûr û berxwedana gerîla dê bibe yek û bi raya giştî ya xurt wê dawî li dagirkeriyê bê anîn.” STOCKHOLM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar