Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pîroglu: Dê bêdengiya dostên me ji bîra me neçe!

Endam û rêveberên HDP’ê ya Stenbolê têkildarî revandin û definkirina korsan a cenazeyê Zulkuf Gezen daxuyaniyek dan. Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu di dauyaniyê de ev tişt anî ziman: “Dema her tişt bi dawî bibe, ne dengê dijminê me, dê bêdengiya dostên me ji bîra me neçe.”

Endam û rêveberên HDP’ê ya Stenbolê, bi armanca revandin û definkirina korsan a cenazeyê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekirdagê çalakiyeke fedaî pêk anî, şermezar bikin, xwest ji avahiya HDP’ê heta taxa Haciahmet bimeşin. Girseya di nav de hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, wekîla hevseroka Partiya Sosyalîst û Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu û Zeynel Ozen û gelek kesên din hebû xwestin heta Taxa Haciahmet bimeşin lê rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan destûr neda meşê, girsê çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê li ber avahiya HDP’ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê da û wiha got: “Duh Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî. Xwest dawî li tecrîdkirina birêz Ocalan bê. 20 sal in tecrîd li ser birêz Ocalan heye. Em li vî welatî hiqûq edalet û azadiyê diparêzin. Îro tecrîda li Îmraliyê li her derê welat belav bûye. Em dixwazin ev tecrîda li ser welat bi dawî bibe. Yên zagonan derdixin ew bi xwe van zagonan binpê dikin û naxin meriyetê. Di şexse me de maf û azadiya vî welatî tê astengkirin.”

Têkoşîna niha têkoşîneke pir mezin e

Çîçek çalakiya Leyla Guven bi bîr xist û anî ziman ku Guven zêdeyî 4 meh in di grevê de ye û wiha domand: “Ger ku wekilek 4 meh in di grevê de be ev eyba dewletê ye. Ev ne eyba me ye. Ger ku mirov dawî li jiyana xwe tîne ev eyba dewletê ye. Em dê têkoşina xwe li her derê mezin bikin. Em dibêjin bijî têkoşîna me ya demokratîk.”

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî bal kişand ser daxwazên çalakgerên grevê û ev tişt anî ziman: “Zulkuf Gezen ji bo hiqûq têkeve meriyetê û Ocalan bê berdan dawî li jiyana xwe anî. Ev têkoşînek pir mezin e.”

Berxwedan jiyan e

Parlamenter Zeynel Ozen anî ziman ku Guven 131 roj in di grevê de ye û wiha domand: “Tecrît dîlgirtina aştiyê ye. Çi girtî dibe û çi hikûmxwar dibe, ev pêkanînên li ser kesan pêkanînên faşîst in û nayê qebûlkirin. Daxwazên kesên girtî ne siyasî ne, dixwazin hiqûqê pêk bînin û hikûmet û dewlet li gorî zagonan tev bigerin. Me her dem xwest ku mirov nemirin. Lê me şehîdê ewil da. Her dem ên li ber xwe dane bi ser ketine. Ji ber vê yekê em dibêjin berxwedan jiyan e.”

Divê em bêtir mil bidin hev

Her wiha parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu jî bertek nîşanî bêdengiyê da û ev tişt anî ziman: “Dema her tişt xelas bibe ne dengê dijminê me, wê bêdengiya dostê me ji bîra me neçe. Hevalên me ji bo vê bêdengiyê xera bikin canê xwe feda dikin. Em dizanin ku her dem ên li ber xwe didin bi ser dikevin. Ev roj dê bi dawî bibin û em dê bi ser bikevin. Divê em bêtir mil bidin milê hev. Leyla Guven li Stenbol, Îzmîr û Amedê bilind bûye. Em van bedelan ji bîr nakin û yên bûne sedema van bednelan em dê hesab ji wan bipirsin. Em hebûn, em hene û em dê her dem hebin.”

Di dawiya daxuyaniyê de girse bi çepik û dirûşmeyan Gezen ê li Amedê bi korsan hat definkirin silav kirin. Piştre di navbera polîs û Pîroglu de rageşî pêş ket. Pîroglu ji polîsan re got ‘Hûn dê rojekê bên darizandin.’ STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar