Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pîrozbahiyên Newroza 2022’yan dest pê dikin

Newroz îsal dê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" 29 jê bajar li 62 navendan bê pîrozkirin. Agirê Newroza îsal ku rojeva wê ya sereke "azadî ji bo Ocalan" e, dê ewilî li Bêşebabê bê vêxistin

Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin û starta pîrozbahiyên wê dê di 10’ê adarê de li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi deklarasyonekê bê dayîn. Deklarasyon dê di 10’ê Adarê de li Amedê bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP û bi beşdarbûna partiyên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bê aşkerekirin û di 11’ê adarê de jî dê li Stenbolê bi pêşengiya HDK û HDP’ê bi beşdarbûna partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên demokratîk deklarasyon bê aşkerekirin. Agirê Newrozê dê 29 jê bajar li 62 navendan bê vêxistin.

Rojeva sereke ya Newroza 2022’yan dê tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Dê di pîrozbahiyan de girîngiya yekîtiya neteweyî, berxwedana li dijî êrişên ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve li Herêma Kurdistana Federe didomin, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, têkoşîna li dijî krîza aborî û xizaniyê bê destnîşankirin.

Agirê destpêkê

Agirê Newroza îsal dê di 15’ê adarê de ewilî li navçeya Bêşebab a Şirnexê ku nêzî sînorê Herêma Kurdistana Federe ye û êrişên Tirkiyeyê lê didomin, bê vêxistin. Piştî 15’ê adarê dê agirê Newrozê li her bajarî bê vêxistin û pîrozkirin.

Her wiha dê îsal ji Rojhilata Navîn û Ewropayê ji gelek welatan 200 kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî bên vexwandin. Ji Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bên vexwandin.

Pîrozbahiyên girseyî

Pîrozbahiyên girseyî dê di 19’ê adarê de dest pê bikin. Pîrozbahî dê di 20’ê adarê de li Wan û Stenbolê bidomin û fînala wê jî dê i 21’ê Adarê de li Amedê bê kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Heveroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, BErdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlementer dê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Bêşebabê bibin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û hunermend Koma Sorjiyan, Grup Vardiya, Huriye û Xero Abbas tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bibin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî dê tevli pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê bibin.

Fînal Amed

Fînala pîrozbahiyê dê di 21’ê Adarê de li Amedê be. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ser navê Xebatên Tifaqa Kurdî Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî û hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora tevli pîrozbahiya Newroza Amedê bibin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û hunermend Şerzad, Pinar Aydinlar, Lawje û Şiyar Berwarî jî dê di 21’ê Adarê de tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê bibin.

Rojên pîrozbahiyan

Newroza îsal dê li van navendan bê pîrozkirin: Di 15’ê adarê de li Bêşebabê. Di 17’ê adarê de li Erdîşê. Di 19’ê adarê de li Bismil, Çêrmûg, Hezro, Dersim, Dep, Kerboran, Artûklû, Şirnex, Basan, Qileban, Pirsûs, Aydin Germencîk, Nazîllî û Soke, Gebze, Mêrsîn, Panos, Îdir, Mûş, Konya Cihanbeylî. Di 20’ê adarê de li Stenbol, Wan, Semsûr, Farqîn, Çinar, Erxenî, Dîlok, Êlih, Çewlig, Xarpêt, Meletî Yeşîlyûrt, Elbîstan, Dêrik, Qoser, Stewrê, Silopiya, Riha, Aydin, Kepez, Bodrûm, Îzmîr, Denîzlî, Manîsa, Balikesîr Bandirma û Ayvalik, Bûrsa, Çanakkale, Edîrne, Çorlû, Edene, Hatay Dortyol û Îskenderûn, Osmaniye, Eskîşehîr, Bazîd, Tetwan, Colemêrg, Kop, Konya Kûlû, Enqere. Di 21’ê Adarê de jî li Amed, Nisêbîn, Sêrt, Cizîr, Hezex, Wêranşar, Ceyhan, Agirî, Erdexan, Tekman, Gever, Qers û Konya.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar