Cejna Newrozê her sal bi tevlibûna milyonan kesan tê pîrozkirin. Newroza îsal dê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Ji ber erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de, Newroza 2023’yan diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin. Starta Newroza 2023’yan bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Amed û Stenbolê bi deklarasyonê hate aşkerekirin.
Wê Şemzînan di 15’ê adarê de pêşengtiya agirê Newrozê bike
Newroza îsal dê li 43 navendan bê pîrozkirin û bernameya wê diyar bû. Agirê ewil ê Newrozê îsal dê di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê vêxistin. Bi boneya Komkujiya Helebçeyê dê di 16’ê Adarê de çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. 17’ê adarê jî dibe çilroja erdheja Mereşê lewma dê pîrozbahî neyên lidarxistin. Fînala pîrozbahiyên Newrozê jî dê di 21’ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin. Li gel 43 navendan, her wiha dê li tevahiya bajar, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê bê vêxistin û pîrozbahî bên lidarxistin.
Bernameya Newroza 2023’yan ku dê li 43 navendan bê lidarxistin wiha ye:
18’ê Adarê
Colemêrg, Xarpêt-Dep, Agirî-Panos, Mûş-Kop, Aydin-Germencîk
19’ê Adarê
Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Bursa, Tekîrdag, Balikesîr, Kocaelî-Gebze, Agirî-Bazîd, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arîfiye
20’ê Adarê
Qers, Agirî, Erdexan, Mêrdîn-Nisêbîn, Erzirom-Qereyazî
21’ê Adarê
Amed, Şirnex-Cizîr, Riha-Wêranşar, Çanakkale