Navenda Nûçeyan
Platforma Jinan a Dêrsimê, li Meydana Seyîd Riza ji bo salvegera yekemîn a windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Dayika Dokû, Bedriye Dokû, bavê wê Halît Dokû, parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû, Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Ev salek e em dipirsin, em ê bipirsin Gulistan ne di avê de ye li ku ye?’ hat vekirin û wêneyên Dokû û dovîzên ‘Gulîstan Dokû li ku ye’ hat hildan û dirûşma ‘Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne’ hatin berzkirin.
Li ser navê Platforma Jinan a Dêrsimê Damla Çinar daxuyanî da û destnîşan kir ku ew kujer û kiryarên jinên dikujin û didin windakirin nas dikin û wiha got: “Em kiryar û qatilan ji Şûle, Dûygû, Îpek, Pinar, Aylîn, Esma û gelek jinên din nas dikin. Ji windakirin, destdirêjiyê, tundiyê û tacîzê îktîdara ku zîhniyeta zilaman diparêz e berpirsiyar e û îktîdar ji van bûyeran sûcdar e. Îro em jin li meydanan bi dengek bilind dipirsin; Çibû ji Gulistan? Hûn çima Zaynal Abakarov diparêz in? Çima tenê di avê de li Gulistan geriyan? Îro li gelek bajaran jin heman pirsê dipirsin. Çawa ku me ji roja ewilî ve dest ji pirsa Gulistan nekiriye, heta aqûbeta Gulistan zelal bibe em ê dest ji pirsa xwe bernedin.”
Polîtîkayên şerê taybet
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî axivî û diyar kir ku ev salek e di lêpirsîna Dokû de tu pêşketinek çê nebûye û heta Dokû were dîtin û polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibe, jinên hatine windakirin werin dîtin dê hesabê windakirin û qetilkirinan bipirsin û têkoşîna xwe ya ji bo dîtina Gulistan Dokû bidomînin .
Dag diyar kir ku dewlet ji windakirina Dokû berpirsiyar e û wê heta dawiyê ji qatilan û kiryaran hesab bipirsin.
‘Keça min bibînin’
Dayika Dokû, Bedriye Dokû jî pirsa ku heta niha çima keça wê nehatiye dîtin kir. Dokû destnîşan kir ku salek e tu tiştek nikare êşa di nava dilê wan de pênase bike û ev tişt anî ziman: “Gulistan peyama ‘ez ditirsim’ şandiye. Gulistan çima ditirse. We çi bi Gulistana min kir, we çi anî serê wê, we li kîjan erdê veşartiye. Ez dayika Gulistan im, ev salek e kezeba min parçe kirin. Salek e her gava ez serê xwe datînim, dilê min dişewite. Gavek beriya gavekê keça min bibînin.”
Pirsa ku saleke tê kirin
Li Amed û Antalyayê jî rêxistinên jinan, bi boneya yekemîn salvegera windabûna Gulîstan Dokû, pirsa ‘Gulistan Dokû li ku de rê ye?’ ji rayedaran kirin.
Tevna Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, li Buroya Alîkariyê ya Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Mafê Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işik di civînê de axivî û diyar kir ku li ser serlêdana malbata Dokû wan şandeyek ava kir û da zanîn ku lê ligel hemû hewldanên wan jî dozger lêpirsînek pêwîst bi rêve nebir.
Işik bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya ji bo dîtina Dokû û wiha got: “Têkoşîna hiqûqî ya xizmên Dokû û rêxistinên civaka sivîl her tim rastî zextan hatin. Kesên xwestin ji bo Dokû dengê xwe bilind bikin hatin binçavkirin. Ev jî bû sedem ku wijdanê civakê birîn bibe û hesta edaletê kêm bibe. Dokû ev saleke winda ye. Di dosyeya wê ya lêpirsînê de xemsarî heye. Divê lêpirsîna Dokû bi awayekê bi bandor bê bi rêve birin. Pêwîst e ku aqûbeta Gulistan bê lêkolînkirin û ji bo bê dîtin, divê hemû kar bên birêve birin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”
Polîtîkayên necezakirinê
Platforma Jinan a Antalyayê jî ji bo Gulistan Dokû li ber Bîrdariya Attalos daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê platformê Nîlcan Balikçi axivî.
Balikçi polîtîkayên necezakirinê yên dewletê bi bîr xist û ev peyam da: “Îro bi polîtîkayên necezakirinê yên dewletê, bersûc tên parastin û pişta wan tê germkirin. Ev polîtîka berdewam dikin. Lê em jin di malên xwe de, li kargehan, di atolyeyan de û li kolanan rastî tundî, êrîş, tacîz û tecawîzê tên. Li her derê em tên qetilkirin. Em hemû rojên xwe bi vê tirsê derbas dikin. An em ê li van bajaran, bi awayekê wekhev, azad û di nava parastinê de bijîn, an jî em ê bi xwe edaletê ava bikin. Yên ku pişta xwe bi desthilatdariya zilam germ dikin, dijmin û qatilên jinan ew kes in ku li dijî Peymana Stenbolê derdikevine. Hûn ji me ditirsin û hûn mafdar in ku ji me bitirsin. Ji ber ku wê sala 2021’an bibe sala têkoşîna me jinan. Em soz didin jinên hatine qetilkirin, jinên arasteyî întîxarê hatine kirin û jinên mijangên wan ketine erdê; heya ku em edaleta rast ava bikin, em ê ji têkoşîna xwe paşve gav ne avêjin.”