Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pirsa Kurd bê muxatabê kurdan çareser nabe

Awyer Botan

Xêr bû Wezîrê Parastina Tirk Hûlûsî Akar û Wezîrê Karê Hundir Sûleyman Soylû serdana leşkerên Colemêrgê kir?

Wezîrê Parastinê yê tirk Hûlûsî Akar ewilê berê xwe da herêmên dagirkirî yên Rojava û piştre bi lezûbez berê xwe da sînor û li Colemêrgê serdana leşkeran kir. Li vir jî hem ji bo moral û hêzê bide leşkeran û hem jî bide nîşandan ku operasyonên wan ên li dijî Kurdan serketî dibome.

Balkêş e li vir di peyamên dayîn de dîsa qala ‘birayên xwe yên kurd’ kir. Ev jî dide nîşandan ku pîlan û lîstikên wan ên li ser kurdan bi destê kurdan dewam bike. Hîle û pîleyên xwe bi heman rê û rêbazê bidomîne.

Bi hinceta cejin serdana leşkerê xwe dike û li vir didin nîşandan ku ‘tu pirsgirêka wan bi ol û netewan re nîne, pirsgirêka wan bi birayê wan yê kurd re nîne, pirsgirêk teror e, terorîst e’. Lê divê neyê jibîrkirin bi hezaran kurd niha girtîne, malbatên wan nikarin wan bibînin di vê îd û erefeyê de. Li her çar parçeyan kurdan dikin hedef û wana weke ‘teror-terorîst’ îlan dike, êrîş dike, qetil dike. Rojane li ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê di bin navê ‘terorê’ de qetil dikî, digirî û davêjî zindanan.

Kurdên ku tu weke ‘bira’ pênase dikî bi deh hezaran bi navê cuda de li girtîgehê ne. Dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi milyona weke vîna xwe dizane û qebûl dike, rehîn girtiye û rê nadin ku peyamek wî bigihêje gel. Akar qala kîjan birayên kurd dike? Ji bo wî îfadeya birayê kurd çi ye?

Akar dibêje; ‘pirsgirêka me bi kurdan re nîne’, lê bi hezaran nûnerên kurdan girtî ne û li girtîgehê tên cezakirin. Bi salan e, ji ber pirsgirêka kurd ketine çiravê û dikin nakin nikarin ji nav derkevin. Rêber Apo ku nûnertiya kurdan dike û di mijara kurd de aktorê esasî ye her 3 meh û 6 mehan tenê ji bo dengê wî negihêje gel û tevgerê cezayê disiplînê lê dibirin.

Bi dehan car hate ceribandin ku bi şer û rengê cuda pirsa kurd çareser bike, bê encam ma. Dîsa li aktorê esasî li Rêber Apo vegeriya. Ji bo wê nêzîkatî û terzê bi vî rengî yê dijminane wê encamê nede. Dîsa divê kurd taybet bizane ku nêzîkatiya dijmin a ji bo kurdan tev çiye.

Divê gelê kurd tev zanibe, heta pirsa kurd bi aktor û faktorên esasî re neyê nîqaşkirin wê encamên derkevin hemû li ser esasê tinekirinê be, qirkirina gelê kurd, hêzên demokratîk û sosyalîst be.

Yek ji mijara din a Hûlûsî Akar anî ziman ‘çavê wan ne li xaka Sûriye û Iraqê ye, sînorê xwe diparêzin’ gelo çavê Tirkiye ne li axa Iraq û Sûriyeyê be rojane çima ewqas êrîş dikin. Bi tank, top û balafiran. Bi sedan kîlometre li nava xaka Iraq û Sûriyeyê êrîşan dike. Reqa sînorê Tirkiye ye gelo? Kelar sînorê Tirkiyeyê ye. Mexmûr sînorê Tirkiyeyê ye? Her kurdê welatparêz û girêdayî doza xwe ya rewa be hedefa rejîma faşîst a Tirkiyeyê ye. Ji bo wê gotina ‘birayên xwe yên kurd’ ji derveyî berdewama qirkirina kurdan ne tişteke dine.

Ev hemû li ser esasê nixûmandin û berovajîkirina rastiya pîlan û projeyên Mîsaqî-Mîlî yên bi destxistina Kerkûk, Nînowa (Mûsila îro), Helebê ye. Ji bo wê ye divê ev rastî hem ji aliyê Şam û hem jî ji aliyê Bexdayê ve baş bê zanîn. Li Sûriye ji Babê bigire heta Cerablûs, Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê tev hatin dagirkirin û rewşa wê li ber çav e. Pereyê Tirkiye, al û perwerdeya bi tirkî tê dayîn. Hewl tê dayîn ku van herêman jî weke Hatayê lê bike û sibe bi referandûmekê sexte bixe ser Tirkiye.

Hewldanên Tirkiye ya bi vî rengî û demên cuda li herêmên wiha ne ji rêzê û hema bê pîlan e. Ev di çarçoveya şerê taybet û dîsa armancên xwe de tê kirin. Hem serdana Hûlûsî Akar û hem jî Sûleyman Soylû mirov dikare bîne ziman ku bi yek niyetê û yek armancê hatiye kirin.

A yekem moraldayîna hêzên xwe yên ji hev ketî, ya duyemîn jî rewa nîşandana êrîşên dagirkeriyê yên li ser kurdan û dîsa bide nîşandan ku ti pirsgirêka wan bi kurdan re nîne, kurdên tên girtin, kuştin û girtî ‘teror-terorîst in’. Ji bo parastina sînorên xwe û welatê xwe şer dikin. Lê rastî ji her demê zêdetir li ber çav e, vekirî û zelal e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya dawî de vê dibêje; “Dewleta tirk her roj êrîşî Bakur, Başûr û Rojava dike. Bi awayekî vekirî dibêje, ‘Yê ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe, dijminê min e’. Ji ber ku dixwaze koka kurdan ji holê rake. Ji ber vê yekê her kesê ku ji bo kurdan têdikoşe dike hedef. Her wiha li ser esasê şerê taybet ê psîkolojîk komkujiyên fizîkî pêk tîne. Li Bakur, Rojava, Başûr û Ewropayê vê yekê dike. Tirkiyeyê digot ku ‘Pirsgirêka min a parastinê heye’. Kî gef lê dixwe? PKK û kurd. Tirkiye kurdan di qirkirinê re derbas dike, ango di ser qirkirina kurd parastina Tirkiyeyê pêş dixe. Gefek a kurd ji bo Tirkiyeyê nîne dewleta tirk gef li kurdan dixwe û dixwaze kurdan tune bike. Bi navê kurd û Kurdistanê çi heye tune dike. Yekê bê parastin gelê kurd e ne dewleta tirk e. Dewleta tirk çi dike bila bike, yê ku hevkariya wan dikin çi dikin bila bikin, nikarin gelê kurd, PKK’ê û Rêber Apo teslîm bigirin. Gelê kurd xizmetek mezin ji bo wan kir, ew deyndarê gelê kurd in, pêwîste deynê xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar