Bêguman ji bo civakek li mêtinkariyê were vekirin, yek ji şertên pêşî wê ji polîtîka û exlaqê mehrûmkirine. Heta zihniyeta civakî ya bingehê fikrî yê van herdu çaviyan e, neyê hilweşandin, ev mehrûmkirin pêk nayê. Ji ber vê sedemê tevahiya dîrokê serwer û yekdestdarên mêtinkar weke karê destpêkê ‘hegemondariya xwe ya zihnî’ ava kirine. Ji bo civaka Sumer li berdarî û bereketê vebe ango li mêtinkariyê were vekirin, rahibên Sumeran bê sedem pêşî perestgeh (Zîggûrat) ava nekirine, ev jî rastiya em behsa wê dikin bi şêweyekî eşkere piştrast dike. Ev mînaka perestgeha Sumer gelekî girîng e. Ji ber ku di dîrokê de weke çavkaniya orjîn û bandora wê dewam dike tê zanîn. Ev mînak a berevajîkirin û fetihkirina zihnê civakî ye.
Min bi girîngî hewl da diyar bikim ku xwezaya civakî ji avahiyên zihnî yên herî nerm pêk hatiye. Heta neyê fêhmkirin ku civak xwezaya herî bi mejî ye, civaknasiyeke manedar pêş nakeve. Ji lewra zordar, serwer û xasûkên civakê weke çavkaniya mêtinê dibînin, karê wan ê pêşî ew e, mejiyê civakê û îmkanên wê yên fikrê qels dikin, yekdestdariya pêşî weke yekdestdariya zihniyetê pêk tînin ango avakirina perestgehê weke wezîfeya bingehîn datînin pêşiya xwe. Perestgeh li gorî orjînbûna xwe du fonksiyonan bi hev re pêk tîne. Yekemîn, amûrê serweriya zihnî weke amûrê hegemonîk heta dawiyê girîng e. Duyemîn, ji bo qutkirina civakê ji nirxên wê yên zihnî bi xwe (cewherî), têra xwe derfet û îmkan di cih de ne.
Zihniyeta civakê bi xwe weke têgîn divê baş were fêhmkirin. Mirovatiyê wexta rahiştiye kevir û çoyê pêşî û xistiye destê xwe, ev yek fikiriye û kiriye. Ev çawa jê hatiye ango bi xerîzeyên hundir nekiriye, gavên pêşî yên fikra analîtîk têne avêtin. Tecrûbeyên di vî warî de çiqasî dikevin serhev û kom dibin civak pêş dikeve û ev bi xwe zêdebûna fikrê îfade dike. Civakek çiqasî tecrûbe û ezmûnên xwe ango fikra xwe zêde bike, ewqasî jî dibe xwedî hêz û qabîliyetê. Dikare xwe baştir xwedî bike, bergiriya xwe bike, xwe biparêze û zêde bibe. Ev pêvajo pêşketina civakî çî ye nîşan dide û ji ber vê yekê gelekî girîng e. Kengî civak xwe timî bide fikirîn, rêûresma exlaqî ya em jêre aqlê hevpar an jî wijdan dibêjin ango fikra kolektîv pêk tê. Ji ber vê sedemê exlaq gelekî girîng e. Ji ber ku ew xizna herî mezin a civakê ye, koma tecrûbeyên wê, sedema li ser piya mana wê, organê bingehîn ê dewamkirina jiyana wê û pêşdebirina wê ye. Ji ber tecrûbe û ezmûna xwe ya jiyanê civak baş dizane ku vê ji dest bide wê belav bibe. Lewma bi awayekî mîna xerîzeya hundir hişk girîngiyê bi exlaq dide. Di civakên berê yên klan û qebîleyan de yên guh nedana rêzik û pêvanan an dihat kuştin an jî ji civakê diavêtin û bi mirinê rûbirû dihat hiştin. Herçiqasî hê jî gelekî were berevajîkirin jî di koka ‘kuştinên namûsê’ de ev rêzik û pîvan hene.
Exlaq rêûresma fikra kolektîv temsîl dike, lê fonksiyona polîtîkayê hinekî cuda ye. Ji bo di karên rojane yên kolektîv de guftûgo bêne kirin û pê xwe bigihîne biryardariyê pêdivî bi hêza fikrê heye. Ji bo polîtîkayê fikra afirîner a rojane şert e. Dîsa jî civak baş dizane ku weke çavkanî xwe nespêre exlaqê ji kombûna fikrê pêk tê, ne fikra polîtîk çêdibe, ne jî polîtîka bi xwe tê kirin. Polîtîka ji bo karên rojane yên kolektîv (berjewendiyên hevpar ên civakê) bivê nevê qadeke çalakiyê ye. Der barê karan de fikrên cuda û heta yên bi yên din re nelirê hebin jî ji bo guftûgo û biryardana wan şert e. Civaka bê poltîka, yan weke keriyan li pey rêzik û pîvanên yên din diçe, yan jî weke mirîşka serê wê jêkirî virde wirde diterpile. Hêza fikrê ya civakê bi xwe saziyeke joravahî nîne; mejiyê civakê ye. organên wê jî exlaq û polîtîka ne.
Organê din ê civakê, weke mekanê pîroz bêguman perestgeh e. Lê ev perestgeh a hêza hegemon (hiyarerşî û dewlet) ne, mekanê wê yê pîroz bi xwe bû. Gera civakê li mekanê xwe yê pîroz di vedîtinên arkeolojîk de serê quncikê dagir dike. Belkî jî avahiya bi tenê girîng a heta roja me ya îro li ser piyan maye. Ev rastî xweber nîne. Mekanê civakê yê pîroz û pêşî ew mekan e, tevahî rabihuriya wê, pêşiyên wê, nasnameya wê û hevpariya wê temsîl dike. Cihê bîranînên civatî û perestinê ne. Mekanê xwe yadkirin û bi bîranînê ye; nîşaneya xwe barkirina paşerojê ye; sedema girîng a bi hevrebûnê ye. Civak çiqasî li devereke balkêş, bi heybet û hêjayî jiyana xweş were avakirin, serwext e ku perestgehê jî ewqas qabîliyeta wê ya temsîl û qîmeta wê ya jiyanê hebe. Ji lewra herî zêde heybet li perestgehan hat nîşandan. Çawa ku di mînaka Sumer de jî hat dîtin, perestgeh di heman demê de cihê amûrên hilberînê, kewarên kedkaran û stergeha wan bû. Ango cihê karê palûte û zibareyê bû. Bi tenê îbadet ne, cihê guftûgo û biryarê bû. Navenda polîtîk bû. Hêlîna zenaetkaran bû. Cihê vedîtinan bû. Navenda mîmar û zanyaran hunerên xwe li diceribandin. Mînaka pêşî ya akademiyayê bû. Bi tevahî navendên kehanetan ên serdemên destpêkê li perestgehan bû û ev jî xweber nîne. Ev hêman hemû û hê sedan hêmanên din girîngiya perestgehê datînin holê. Bawer dikim ku wê duristir be, mirov bi hêsanî ji vê rewşê re bibêje, navenda zihniyeta îdeolojîk a civakê.
Li Rihayê kevirên tîk ên dora xirbe deribandine heta duwazdeh hezar sal berê diçin. Şoreşa cotkariyê hê nehatiye kirin. Lê diyare ku ev şêweyê kevir niqirandin, verotin û tîk danînê îşaret bi mirovên pêşketî dike ango civakeke bi vî rengî li wir heye. Ew kî bûn, çawa dipeyivîn, çawa xwe xwedî dikirin û zêde dibûn? Fikir û rêûresmên wan çawa bûn? Çawa debara xwe dikirin? Ti şop nînin bersiva van pirsan bidin. Bi tenê kevirên tîk ên abîdeyî hene, ew jî bi îhtîmaleke mezin bermahiyên perestgehê ne ku weke şop mane. Li gorî ku îro jî gundiyên ji rêzê nikarin wan keviran biniqirînin û bi awayekî manedar deynin, wê wextê ew mirov û civaka kevir danîne ji gundî û civaka gund a îro paşvemayîtir nebûne. Xusûsên bi vî rengî bi tenê em dikarin pêşbîniya wan bikin. Herçiqasî hatibe berevajîkirin jî belkî pîroztiya Ûrfayê mîna çemekî ji vê rêûresma wêdetirî dîrokê diherike û tê. Di vê çarçoveyê de ez hebûn û girîngiya perestgeha civakî guftûgo dikim. Girîngiya hebûn û fonksiyona perestgeha hegemonîk guftûgo dikim.
Rahibên Misrê herî kêm bi qasî mînaka Sumeran di pêkhatina perestgeha hegemonîk de cih girtin. Brahmanên Hindî ji wan kêmtir neman. Rojhilata Dûr di wê rewşê de nebû ji wan kêmtir û jêrtir bimîne. Perestgehên başûrê Amerîkayê jî hegemonîk bûn. Bê sedem ciwan weke qurban nedihatin neqandin. Bi tevahî perestgehên serweran ên serdemên şaristaniyan hegemonîk bûn. Mîna kopyayê orjînê bûn. Ji bo civak li gorî berjewendiyên serweran bê bikaranîn navendên behsa wan têne kirin dixebitîn, ango fonksiyona wan a sereke ev bû. Milê eskerî yê yekdestdariyê bi awayekî xeternak û hovane serê mirovan jê dikir û di avakirina kelhe û bircan de bi kar dianî û milê rûhanî jî bi fetihkirina zihniyetê heman karûbar temam dikir. Herdu xebatan jî di kolekirina civakan de bi heman balansê cih girtin. Yekê ji wan tirs, ya din jî îqnakirin afirand. Bi vî şêwazî domkirina civakên şaristaniyên hezar salan, ma kî dikare înkar bike?
Di vê mijarê de şaristaniya hegemonîk a Ewropayê ji aliyê şêwe ve guhertinên mezin kirin. Lê cewherê wê jî weke wê parast. Ji çavdêriyên rojane jî tê dîtin, amûrên weke dêwan ên dewleta netewe yên li ser civakê bi vê jî qîma xwe naynin hûrûkûr bi çaviyên herî piçûk ên civakê ve dadikevin û wan hewcedarî xwe dikin, bi xwe ve girê didin. Zanîngeh, akademî, hê li jêrê wan lîse, dibistana navîn, dibistana seretayî û baxçeyê zarokan navendên pêkanîna zihniyetê ne. Yên ew didin dêr, hawra û mizgeft temam dikin. Ya qişle jî misoger dikin zihnê bermahiyê civakê, çaviyên wî yên exlaq û polîtîkayê fetih, dagir, asîmîle û mêtingeh dike, ma ev nîne çi ye? Wexta ku hin şîrovegerên hêja dibêjin, ‘girsekirina’ civakê kerîkirina wê ye, tewş û pûç napeyivin. Di heman demê de hê teze di hişê me de ye, tê bîra me ku bi vê mêtingehkirina zihn civaka faşîst pêkanîn. Serşoka xwînê ya dîroka nêz jî encama vê fetihkirina zihnî bû.
Zirara dubarekirinê nîne: eger tu îkonên milliyetgirî, dîndarîtî, cinsiyetparêzî, sporgirî, hunerkariyê bihejînî dikarî civakê –pardon, keriyî -, girseyê her devera dixwazî dikarî bibiyê. Fetha zihn bi qasî ku ti zor nikaribe bike civaka îro li sermayeya fînansa global vekiriye. Careke din divê mirov rehmê li rahibên Sumeran û vedîtinên perestgehan bîne! Hûn çi fatihên jêhatî û yeman bûne, tevî ku di navberê de pênc hezar sal derbasbûne, nûnerên we yên dawî yên îro û yên di perestgehên wan de destê xwe ji ava sar di ya germ de danakin û daneheva sermayeyê ya herî mezin a dîrokê pêk tînin! Sî (zîlûllah) û pêjnên herî bi hêz ên xwedayan jî nikarîbûn evqas karê bikin. Ev tê wê maneyê ku kombûna kumulatîf û dewamî ya sermayeyê têgîneke pûç nîne. Berevajîkirina zihnan operasyonên sivik û ji rêzê nînin. Dr. Hîkmet Kivilcimli û Antonîo Gramsciyê Îtalî jî fetha hegemonîk bi heman awayî terîfkirine. Wexta ev terîf dikirin, dema herî zêde dewleta netewe dihat mezinkirin û pîrozkirin. Ew jî wê demê di zindanên wan de bûn. Zanîna wan ji serhatî û jiyana wan bûn. Li gorî tehlîla dawî, ez jî ‘mehkûmê’ sermayeya global im. Eger min wê rast nas nekirana, di şexsê zihna xwe de (nasnameya xwe de) min ê îxanet bi zihnê civakê bixwe bikirana.