Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Pirsgirêkên li Girtîgeha Kurkçulerê zêdetir dibin

Girtiyê bi navê Mazhar Guler ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan û nêzîkatiya îdareya girtîgehê ya li dijî wan. Guler diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ne li gorî qanûnan bi awayekî kêfî tevdigere

Girtiyê bi navê Mazhar Guler ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şand û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Guler, di nameya xwe de bilêv kir ku ev demek e bi pêkanînên nîjadperest û faşîzan re rû bi rû dimînin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xwestine hevdîtinê pêk bînin lê belê daxwaznameyên wan li ber çavan nehatine girtin. Guler anî ziman ku ji bo van pirsgirêkan parêzerên wan hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re çêkirine û dozger gotiye, ew jî ji ber van pêkanînan nerihet dibe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan tev digere.

Guler bilêv kir ku çend meh derbas bûne lê hîn jî tiştek neguheriye û diyar kir ku wan ji midûrê girtîgehê re doza hevdîtinê kiriye lê belê ji wan re wiha gotine: “Midûr, we esas nagire û hevdîtinê pêk nayne. Av û xwarina we heye ma hîn hûn doza çi dikin? Tişta hûn dikin li dijî dewletê ye.” Guler anî ziman ku îdare ne li gor qanûnan li gor talîmatan tev digere û wiha got: “Ev talîmat jî ên midûrê yekemîn in. Ev pêkanîn hemû bîrdozî, nîjadperest û cihêkariyî ne. Derfet ji bo kesên FETO, DAIŞ û El Qaîdeyê tên peydakirin lê belê bi çavê ‘dijminê dewletê’ nêzî ên çepgir û kurd dibin. Hevalên me yên nû tên li têketina girtîgehê heqaret li wan tê kirin û bi îşkenceyeke derûnî û fizîkî re rû bi rû dimînin û li wan tê ferzkirin ku têkevin nav îtirafkaran.”

Her wiha Guler diyar kir ku li wan tê ferzkirin ku ew û kesên FETO û DAIŞ’î li heman eywanê hevdîtin bi xizmên xwe re çêbikin û bi vî awayî tê xwestin rê li ber provanaksyonan bê vekirin.

Binpêkirinên mafan

Guler anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo guherandina odeyan nayên qebûlkirin û heftê 3 rojan davêjin ser qawîşên wan û di avêtian ser qawîşan de amûrên wan tên belavkirin. Guler ev tişt anî ziman: “Di dema lêgerînê de dixwazin me rehrîk bikin. Tim û tim atmosfereke rageşiyî û îşkenceyeke derûniyî heye. Kovarî pirstûk, rojname û weşanên din ku tu qedexeyek li ser wan tune ye tên sînordarkirin. Nameyên me dereng dişînin. Ên tên jî dereng didin. Her wiha gelek caran jê jî nameyên me tên windakirin. fîşên name û faksên me yên bi taahut nadin me. Odeyên vala hene, FETO û El Qaîdeyî li odeyan du sê kes dimînin, lê belê em li odeyan li erdê radikevin. Em baş nikarin sûdê ji derfetên ji bo enxweşxane û revîrê bigirin. Bi hincetên kêfî me sewqî nexweşxaneyê nakin. Tedawîkirina me tê astengkirin. Mafê me yê werzîş û sohbetê pir kêm e. Daxwazênme yên ji bo kursan nayên bersivandin. Li korîdorê, di çûn hatinê de nîzama leşkerî tê ferzkirin.”

Guler xwest sazî û dezgehên eleqedar û raya giştî li dijî van pêkanînên der mirovî bêdeng nemînin û tev bigerin.  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar