Rojnamevan Huseyîn Aykol vêcarê jî bi pirtûka ‘Di Demên Balkêş De Jiyîn’ derket pêşberî xwînerên xwe. Aykol di pirtûka xwe de dema biyografiya xwe vedibêje, rewşa siyasî û civakî ya wê serdemê jî radixe ber çavan. Aykol di pirtûka xwe de têkoşîna çapemeniya azad bi dane û kitekitên balkêş bi xwînerên xwe re parve dike
Pirtûka rojnamevan Huseyîn Aykol a bi navê ‘Di Demên Balkêş De Jiyîn (Îlgînç zamanlarda yaşamak)’ ji Weşanên Aramê derket. Aykol di pirtûka xwe de ligel biyografiya xwe, balê dikişîne ser 30 salên rojnamevaniya xwe û çapemeniya azad. Aykol di vê pirtûkê de bi zimanekî xwerû û zelal balê dikişîne ser demên dîrokî. Rojnamevan Aykol di serî de qala gundê xwe, malbat û jiyana xwe, atmosfera siyasî û civakî ya ku ew ber bi rojên îro ve aniye, dike. Her wiha nivîskar Aykol ji derbeyên leşkerî heta siyasetmedar, şoreş, darvekirin, muxtira û serhildanên ku li Tirkiyeyê şahidiya wan kiriye, vedibêje.
Aykol ku di malbatekî CHP’î de mezin dibe, di dema xwendekariya xwe de dibe xwedî nasnameyeke muxalîf û tev li têkoşîna şoreşgerî dibe. Di dema derbeyan de bedêlên giran dide û nêzî 10 salan di girtîgehê de dimîne. Her wiha li qereqol û girtîgehan jî gelek caran tê îşkencekirin. Aykol ewilî di kovarên HEDEF û Halk Gerçegî de edîtoriyê dike. Cara yekemîn jî di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi rojnamegeriyê dike. Bi dirûşma ‘Rastiyan derxîne holê û bigihîne gel’ tev digere. Aykol di vê pirtûka xwe de çawaniya pêşketina çapemeniya azad ku gelek caran hatiye bombekirin, xebatkarên wê hatine kuştin û di bin çavan de hatine windakirin, dike.
Hevpeyvînên bi Ocalan re kirin jî bi bîr dixe
Rojnameger Aykol di pirtûka ‘Di Demên Balkêş De Jiyîn’ de fedakariya nûçegihanên çapemeniya azad tîne ziman. Her wiha Aykol behsa nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulke yê Êlihê Cengîz Altûn ku hatibû qetilkirin,dike. Aykol beşeka pirtûka xwe jî ji hevpeyvînên xwe yên li Şamê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine, veqetandiye. Aykol pêvajoya piştî bombekirina avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê jî yek bi yek radixe ber çavan. Aykol di pirtûkê de dîrokên roja rojnameyên hatine girtin û li her rojnameyekê çend doz hatine vekirin, hemûyan bi awayekî kronolojîk bi xwînerên xwe re parve dike. AMED