Li bajarê Tirkiyeyê Kirşehîrê polîsên vê dewletê pirtûkeke dîrokî ya destxetan desteser kir. Pirtûka ku li ser nivîsa Ibrî diyar e, pelên wê ji çerm in.
Li ser çerm bi rengên cihê xêz hene û xetên nivîsê jî ji ava zêr û rengên din çatiye xetkirin. Pirtûka hanê ji Mêrdînê ji bo firotinê, qaçaxçiyan dibir Stenbolê. Bi qasî hat zanîn, pirtûk di dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ji muzexaneyeke bajarekî hatiye dizîn. Pirtûk a figurên dînî li ser eşkere ne, ji 16 rûpelan hatiye pê. Bi qasî hat zanîn i ser bûyerê du kes hatin destgîrkirin. AMED