Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Pirtûka ku pêşengtiya jinan vedibêje derket

Nivîskar Gulistan Kanîrêş diyar kir ku di pirtûka "Sonda Delalê" qala berxweedan û p»şengtiya jinan dike û wiha got: " Jin li her qadê û di têkoşîna 40 salan de her bedelên giran dan û pêşengtiya vê têkoşînê kirin. Bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bûn pêşenga azadiyê."

Nivîskar Gulistan Kanîreş li ser jiyana jinên kurd û kesayeta Delal de romana ku ji 180 rûpelan pêk tê ya bi navê “Sonda Delalê” derxist. Gulistan dixwaze nivîsên wê îlhamê bide jinên kurd. Gulistan ji ber sedemên malbatî di temenekî biçûk de neçar ma ku li Ewropayê bi cih bibe, eleqeya Gulistanê ya bi kurdî, dema ku bapîrê wê wek denbêjî dikir dest pê kir. Gulîstan a ku ji ber vê meraqê demekê di rojnameya Welat de xebitî, piştre bi fikra ku jin di têkoşîna 40 salî ya pirsgirêka kurd de di gelek qadan de pêşengtî kiriye û gelek tişt guhertiye, biryar da ku binivîsîne.

Gulistan derbarê pirtûka xwe de ji JINNEWS’ê re axivî. Gulistan diyar kir ku di pirtûkê de ne mexdûriyeta jinan berxwedana jinan hatiye ziman û wiha got: “Pirtûka ‘Sonda Delalê’ çîrokên jinên Kurdistanê ye. Çend ez di temenê biçûk de çûm Ewropayê jî her tim çîrokên jinên kurd û kurdistanî di bîra min de bûn. Min hertim dixwest çîroka Delalê binîvsînim. Çîroka Delalê ne tenê mexdûriyet e. Ligel mexdûriyetê berxwedan û serketin jî heye. Di çîroka Delalê de hem êş û hem jî serî rakirinek heye.”

Gulistan bal kişand ser felsefeya “Jin jiyan azadî” û wiha domand: “Jin li her qadê û di têkoşîna 40 salan de her bedelên giran dan û pêşengtiya vê têkoşînê kirin. Bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bûn pêşenga azadiyê. Jinên ku azadiyê digerin vê dirûşmê ji xwe re kirin pêşeng. Min ji tevgera jinan û keda jinan cesaret girt. Jin kedek mezin didin. Çawa ku li her qadê pêşengtiyê dikin divê di qada çand, huner, ziman û wêjeyê de jî pêşengtiyê bikin. Jinên ku ji gelek qadan re pêşengtî dike ev qad serkeftî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar