Navenda Nûçeyan |
Navenda Ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo bîranîna Şehîd Milîtan Cudî (Hêja Elî Hisên) ku di sala 2019’an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû, pirtûka Şepolî Tole (Pêla Tolê) çap kir û belav kir.
Di beşa yekem a pirtûkê de ku bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, gotar û nivîsên Şehîd Milîtan heye. Di beşa duyemîn de qala têkoşîna wî tê kirin. Di beşa sêyemîn de, kar û xebata Şehîd Milîtan a ji bo pêşxistina ragihadina azad û demokratîk tê destgirtin. Di beşa dawî de ji hestên hevrêyên wî yên têkoşînê cih digire. Di dawiya pirtûkê de albûma wêneyên Şehîd Milîtan hene.