Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pirtûka Sor û kurd

Lijneya Ewlekariya Bilind (MGK) duh di bin serokatiya Erdogan de li Enqereyê civiya. Wekî her caran mijara sereke kurd bûn û di civînê de dîsa tehdîdên li hemberî kurdan hatin dubarekirin. MGK saziyeke darbeyê ye û di encama derbeya 12’ê îlonê de hate lidarxistin. AKP ku bi salan e qaşo dijberiya derbeyê dike û xwe wekî hêzeke li hemberî derbeya nîşan dide lê hebûna xwe bi riya MGK’ê û saziyên derbeyê didomîne.

Niha seranserê rêveberiya AKP’ê di bin ruhê derbeye û MGK’ê de hebûna xwe didomîne. Dema ku MGK li Enqereyê civiya li Amedê jî civîna Yekîtiya Şarederiyên Başûr Rojhilat (GABB) di bin derbeya qeyimê de dihat lidarxistin. Qeyimê Amedê li şûna Şaredarê Amedê xwe wekî cîgirê serokê GABB’ê îlan kir. Ruhê AKP’ê li Amedê tenê ruhê qeyim, ruhê derbeyê nîn e, di heman demê de ruhê xirabkirin û hilweşandina pergala ku li ser navê kurdan derketiye holê ye jî.

Cîgirê Waliyê Amedê beşdarî civîna GABB’ê dibe li gel ku tu peyvira wî tune ye û li hemberî hilbijêran tilî dihejîne û dibêje “ez li ser navê dewletê li vir im û destûr nadim ku lijneyên saziyê hilbijêrin.” Yanê dibêje ez destûr nadim ku hûn bi rê û rêbazên demokratîk xwe bi rê ve bibin. Qeyim bi hêza dewletê zordariyê dike. Dizane ku li pişt wî dewlet heye, MGK’ya derbekar heye. Dizane ku li pişt wî rûhî Kenan Evren heye. Lewma ewqas rehet tevdigere û hemû rê û rêbazên demokratîk binpê dike.

Ev ruh bi pirtûka sor dijî. Yanê bi Belgeya Siyasetê ya Ewlehiya Neteweyî. Pirtûka sor wekî “makezagona veşartî ya Tirkiyeyê” tê qebûlkirin. Ev pirtûk hêza burokrasiyê û hêza dewleta kûr e. Bi derbeyan dijî û çeteyên di nav dewletê de li ser piya disekine. Her wiha ev belge li gor desthilatdarên dewletê tê rojanekirin. Di dema Ecevît de hatibû rojanekirin û mutedeyîn di vê belgeyê de di bin navê “îltîcayê” de wekî tehdîd dihate nîşankirin. Pişt re di dema AKP’ê de gelek caran di ser vê belgeyê re derbas bûn. Di hevdîtina Buyukanit û Erdogan ya Dolmabahçeyê de ev belge hate rojevê. Herî dawî di sala 2015’an de belge hate rojanekirin.

Di civîna dawî ya MGK’ê de xala “Belgeya Siyasetê ya Ewlekariya Neteweyî ku tesîrên li ser ewlehiya welatê rû dide dinirxîne hatiye nirxandin û hatiye pejirandin.” Wisa dixuye ku ev belge cardin di berçavan re hatiye derbaskirin. Ev makezagona veşartî çiqas bê guhertin jî ruhê wê tê parastin. Ev belge belgeyeke dijberî kurdan e, derbekar e û belgeya wesayeta leşkerî ya li ser siyasetê ye. Heya ev belge li Tirkiyeyê hebe Tirkiye nabe welatekî demokratîk.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar