Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Pirtûkên Diyar Xerîb ji nûve hatin çapkirin

Şeş pirtûk û biroşorên Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi boneya çilrojiya şehadeta wî de ji nûve hatin çapkirin. Tê payîn ku îro di merasîma bîranînê ya çilrojiya wî de werin belavkirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di 5’ê Tîrmehê de li gel du gerîlayên din di encama êrîşek hewayî ya balafirên şer ên dewleta tirk de li Qendîlê şehîd bibû, îro çilrojiya şehadeta wî ye. Bi boneya çilrojiya şehadeta wî ji aliyê hevalên wî ve şeş pirtûk û biroşorên Diyar Xerîb ji nûve çapkirin û wê îro di merasîma bîranînê de werin belavkirin.

Pirtûk û biroşorên ku ji nûve hatine çapkirin evin; “Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê, Kurte dîroka Iraq û Başûrê Kurdistanê, Manîfestoya ciwanên Başûrê Kurdistanê, Xwe rêveberiya demokratîk, qirîza sîstem û pirsgirêka pêşengtiyê li Başûrê Kurdistanê û  Lênêrînek Derbarê Ol û Baweriyê de.

Ev şeş berhemên şehîd Diyar Xerîb ji beriya niha hatibûn çapkirin û belavkirin. Ev cara duyemîn têne çapkirin. Tê payîn ku îro di saet 17.00’an de ku wê merasîma çilrojiya şehîd Diyar Xerîb li ber mala dayîka wî ya li taxa Bextiyarî ya li Silêmanî were lidarxistin, ev pirtûk wê bê pere bi ser kesên beşdarî merasîmê bibin de werin belavkirin.

Ji bilî van şeş berheman çend berhemek din ku şehîd Diyar Xerîb bi dest nivîsiye hene. Tê payîn ku ev berhem jî di dema pêşde werin çapkirin.

Diyar Xerîb di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Çend salan li gund dijî, piştre di sala 1980’an de bi malbata re tê Silêmaniyê. Sala 1996’an tevlî PKK’ê dibe. Sala 2008 ta 2014’an Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bû. Piştre bûye Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar