Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Pirtûkhezên alman ‘Sosyolojiya Azadiyê’ nîqaş dikin

Di nîsana derbasbûyî de li welatên ku almanî lê tê axaftin; li Almanya, Awûstûrya û Swîsreyê, Weşanxaneya Ûnrast pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3 – Sosyolojiya Azadiyê” (Manifests der demokratischen Zivilisation 3- Soziologie der Freiheit) çap kiribû.

Di vê beşa rêzepirtûkên Ocalan de, hêza çêker û hilweşîner a mejî, mejî û exlaq, mejî û bawerî, exlaq û civaka exlaqî, destketiyên hêzên li dijî sîstemê û têkçûnên, sedemên vê yekê yên dîrokî û civakî tên nirxandin. Di vê berhema Ocalan de her wiha xeta entelektuel, exlaqî, polîtîk û têkoşînê jî tê destnîşankirin.

Koma xwendinê ji herkesî re vekiriye

Li bajarê Hannover ê Almanyayê, komek ji pirtûkhezên alman bi pêşengiya komeleya NAV-DEM’ê komeke xwendin û nîqaşkirina pirtûkê ava kir. Kom dê li ser înternetê her roja çarşemê saet di 19:30 de li hev kom dibe û her kesên dixwazin dikarin bi rengekî zindî tev li bibe. Heta niha nîvê pirtûkê hatiye xwendin.

Armanc ji avakirina vê komê ew e ku nêrînên Ocalan bên xwendin, nîqaşkirin û bi vî rengî baş bên fêhmkirin. HANNOVER

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar