Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pisporên ereb: Em daxuyaniya KCK’ê ya li ser çareserkirina pirsgirêka Filistînê girîng dibînin

Pisporên Ereb navaroka daxuyaniya KCK'ê ya der barê çareseriya pirsgirêka Filistînê û bidawîkirina şerê Îsraîl – Filistînê de erênî nirxandin. Nivîskar û dîroknasê  ji Misirê Elî Ebû El Xêr diyar kir ku divê mafên gelên Filistînê werin mîsogerkirin û wiha got: “Ji bo gelê kurd jî em heman bangê li rejîma tirk dikin."

Hevseroketiya Konseya Rêveber  KCK’ê der barê bûyerên dawîn û şerê Îsraîl – Filistînê de rêya çareseriyê nîşan da. KCK’ê daxuyand ku pirsgirêka Filistînê ne bi rêbazên tundiyê, lê bi demokrasiyê û bi naskirina mafên gelê Filistînê çareser dibe û got, nêzîkatiya tundûtûjiyê wê pirsgirêkan hîn kûrtir bike. Pisporên Ereb navaroka daxuyaniya KCK′ê wekî nexşerêya çareserkirina pirsgirêka Filistînê bi rengekî demokratîk, dûrî şer û tundiyê nirxandin.

Nivîskar û lêkolînerê ji Filistînê Cemîl Adî anî ziman ku daxuyaniya KCK’ê hêjayî lêkolîn û lêvegerînê ye û wiha got: “Lê piştî bidawîbûna şerê Îsraîl – Filistînê û destpêkirina pêvajoya siyasî, gengaz e were pêkanîn.”

Cemîl Adî helwesta Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya piştgiriya bi pirsgirêka Filistînê re jî silav kir û ev tişt anî ziman: “Em helwesta Tevgera Azadiya Kurdistanê ya piştgiriya bi doza adilane ya Filistînê re û mafê wî yê rewa ya dewleteke serbixwe, silav dikin. Lê belê axaftina li ser demokrasiyê hinekî zû ye, ji ber Îsraîl êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê Filistînê yê sivîl didomîne û cezayên komî li dijî wî pêk tîne.”

Adî êrîşên Hemas û Tevgera Cîhad  Îslamî yên li dijî deverên Îsraîlê spart ′′Serhişkiya hikûmeta Îsraîlê ya di nava nakokiyên navxweyî de tengijî ye” û wiha got: “Heta niha şer serwer e û tu axaftin li ser çareserî yan agirbestê yan jî ferzkirina şertên aliyên destwerdêr tune ne.”

Rojhilata Navîn bûye qada berjewendiyan

Cemîl Adî anî ziman ku pirsgirêka Filistînê bi rêbazên tundî û hêza nijadî nayê çareserkirina û wiha domand: “Pirsgirêka Filistînê bi naskirina mafên gelê Filistînê yê ereb û bi avakirina dewleteke serbixwe ya xwedî serdestî ku demokrasiya nûjen, edalet û wekheviyê lê hebin, pêkan e. Di encama şerê domdar ê di navbera neteweya ereb û neteweya cihû de û danhevên van, Rojhilata Navîn bû qada çareserkirina hesaban û berjewendiyên derve.”

Pispor Adî rêbazên din ên çareserkirina pirsgirêka Filistînê jî wiha vegot: ′′Di serî de divê pirsgirêka netewebûnê bê derbaskirin. Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê divê Benjamin Netanyahu dev ji xewna xwe ya avakirina dewleteke berfireh a Îsraîlê li ser xaka Filistînê û dewletên derdorê berde. Netanyahu berpirsê krîzên hundirîn ên hikumetê ye û wî hişt aliyên siyasî yên Filistînê ji hev cuda bibin. Her wiha ew bibû sedema binketina hemû pêvajoyên çareseriyê. Di heman demê de ew berpirsê rijandina xwîna gelên Filsitîn û Îsraîlê ye.”

Adî dûrxistina tevahî aliyên tundraw ên Îsraîlê wekî rêya çareseriyê nirxand û wiha pêde çû: ′′Divê gelê Îsraîlê hebûna gelê Filistînê û mafên wî yên rewa nas bike. Divê Hamas û Tevgera Cîhad Îslamî di dayîna biryara  êrîşê de xwedî berpirs bin û bi tevahî aliyên Filistînê re hevkariyê bikin. Divê her kes zanibe ku îradeya gelan û rizgarkirina Filistînê ne bi kiryarên ferdî, lê bi rêya nûnerek fermî ya gelê Filistînê yan ku Rêxistina Rizgariya Filistînê tên mîsogerkirin.′′

Li gorî Adî ′′Hişmendiya dewlet- netewe ya cihû û dagirkeriya wê ya ji sala 1948′an ve ya li ser xaka dîrokî ya Filistînê sedemên pirsgirêka Îsraîlê ne” û wiha berdewam kir: “Destwerdana Amerîkayê û destekdayîna wê ji Îsraîlê re dûrî qanûna navnetewey û dê bihêle ku şer berfirehtir bibe.”

Pirsgirêka Filistînê bi şer û tundiyê çareser nabe

Nivîskar û dîroknasê  ji Misirê Elî Ebû El Xêr KCK′ê silav kir û daxuxyaniya wê ya der barê çareserkirina pirsgirêka Filistînê de erênî nirxand. Ebû El Xêr got ku wek ku di daxuyaniya KCK′ê de hatiye diyarkirin, pirsgirêka Filistînê bi şer û tundiyê çareser nabe, lê bi demokrasî, bi naskirina mafên gelê Filistînê çareser dibe û wiha axivî: “Gelê Filistînê jî mîna gelê kurd ji ber dagirekriyê zor û zehmetiyan dibîne. Lê piştevaniyek ji aliyê tevahî mislimanan ve ji bo Filistînê heye, ji ber ku Mescid El Eqas li Filistînê ye. Lê ji bo gelê kurd ne wisa ye. Kurd ji aliyê dewletên misliman ve hatine dagirkirin, tên qetilkirin û nijadperestî li dijî wan tê meşandin.”

Neteweya demokratîk  fikr û tevgereke durist e

El Xêr li ser navaroka daxuyaniya  KCK′ê ya der barê çareserkirina pirsgirêka Filistînê ev nirxandin kir: ′′Diyar e ku çareseriyeke baş e û li ber tundiyê digire. Tundî pirsgirêkan kûrtir dike. Rewşa aloz a ku di çend rojên dawîn de derketibû, encama vê yekê ne ku pirsgirêka Filistînê xetimiye. Eger mirov bi rastî ji vê pirsgirêkê aciz dibe, bila girîngiyê bide çareserkirina pirsgirêka Filistînê. Bêyî nîqaşkirina pirsgirêka Filistînê û mafên gelê Filistînê, hingî dê avêtina her gavekê pirsgirêkan kûrtir bike. Em navaroka daxuyaniyê erênî dibînin, ji ber neteweya demokratîk cudahiyên derûnî û jiyanî ji holê radike û nijadperestiyê dihelîne. Her wiha ji bo hemû tundiyên li welatên herêmê guncaw e. Neteweya demokratîk  fikr û tevgereke durist e. Dema ku gel û rêveber bi vê fikrî ve girêdayî bin hingî wê ev fikr bi ser keve.”

Ebû El Xêr diyar kir ku çareseriya li gorî KCK′ê xwedî ruhekî erênî ye ku şer radiwestîne û got: “Divê Dagirkeriya siyonîst destpêkê li banga aqil guhdar bike. Divê jiyana di hundirî Filistînê bi vê rengî bike ku tevahî welatî wekî hev bin û divê mafên gelên Filistînê werin mîsogerkirin.  Ji bo gelê kurd jî em heman bangê li rejîma tirk dikin.′′

Dîroknas Elî Ebû El Xêr divê ev çareserî were belavkirin û ji bo hemû rêxistinên herêmî û navneteweyî bê şandin da ku bibe gava pêşîn a mîsogerkirina mafên rewa yên gelên bindest wek gelên Kurd û Filistînê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar