Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pisporên iraqî: Dewleta tirk niha jî çav berdaye projeyek ya pêşxistina aboriya Iraqê

Pispor û serkirdeyên iraqî radigihînin ku dewleta tirk a dagirker bi birîna pişka ava Iraqê qut û bombebarankirina xaka başûrê Kurdistanê û Iraqê têr nebûye û wiha dibêjin: “Tirkiye dixwaze projeya rêya geşedanê wekî firsendekê sûd werbigire. Bê gûman ev yek dê zerarê bide aborî û çandiniya Iraqê.”

Dewleta tirk bilez û bez hewl dide ku kontrola xwe li ser projeya rêya geşedanê ya Iraqê ferz bike. Bi mebesta çêkirina rêyeke hesin ya di navbera Iraq û welatên Kendavê de bi rêya Iraqê re, ji bo veguhestina kelûpelên xwe. Dewleta tirk bêyî ku bala xwe bide encamên neyînî yên li ser Iraqê planan li ser vê projeyê çêdike ku vê rêya hesin ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh pêşwaziya Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyê Abdulkadir Oraloglu kir. Her du aliyan li ser projeyên geşepêdanê gotûbêj kirin. Ev serdan ji bo piştrastkirina hewldanên Tirkiyê yên ji bo danîna peywendiyan bi welatên Kendavê re bi rêya Iraqê ye.

Yek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan, Mihemed Seyhûd di derbarê mijarê de ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha dibêje: “Bê gûman Tirkiye dixwaze projeya rêya geşedanê wekî firsendekê sûd werbigire ku ji bo ku ev proje bibe rêyek ji bo veguheztina kelûpelan wê. Ev yek girîngiya aborî ya vê projeyê ji bo Iraqê betal dike.”

Mihemed Seyhûd diyar dike ku dewleta tirk her tim xwestiye bi rêya Iraqê bigihêje armancên xwe yên siyasî û aborî û wiha dewam didomîne: “Qutkirina avê li Iraqê beşeke ji karê Tirkiyê ji bo bidestxistina armancên xwe yên di wê projeyê ye. Bi vî awayî dixwaze çandiniya Iraqê bi temamî têk bibe, da ku Iraq berdewam be li ser hinartina berhemên xwe ji Tirkiyeyê re. Bê gûman ev yek dê zerarê bide aborî û çandiniya Iraqê.”

Seyhûd dibêje: “Rêya geşedana hikûmetê bi mebesta bihêzkirina aboriya welate û Iraq bibe çavkaniyeke sereke ya hinardekirina derve bi rêya Bendera Faw. Ji ber wê jî me rê nedaye ev proje di berjewendiya welatên din de be.”

Pisporê aborî Humam Şima nêrînên xwe yên di vê derbarê de ji ajansa Rojnewsê re radigihîne vedibêje: “Pêşwaziya Tirkiyê ji bo Iraqê bi geşedan û piştgiriya ji bo bilezkirina çêkirina vê rêyê bê guman ji bo bikaranîna vê rêyê ye. Ji ber ku ji bo sûdwergirtina ji kelûpelên Tirkiyê û bikaranîna Iraqê weke welatê transît, berovajî armancên Bexdayê yên di vê projeyê de ye.”

Humam dide zanîn ku hemû welat li ser berjewendiyên xwe difikirin, ne ku berjewendiyên Iraqê, ji ber wê jî Tirkiye dixwaze di warê aborî de ji projeya rêya hesîn ya geşedanê sûd werbigire û didomîne: “Yek ji armanca Tirkiyeyê jî ewe ku bi vê projeyê kelûpelan bigihîne cihanê. Gelek welat jî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe di vê projeyê de dixebitin.”

Di dewamê de dibêje: “Ji bo zanîna erk û berjewendiyên xwe û çawa ev proje ji aliyê welatên cîran û welatên din yên herêmê ve tê bikaranîn, divê hikûmeta Iraqê hûrgiliyên vê projeyê bi nexşerêyekê pêşkeş bike. Ji ber ku Iraq dikare ji projeya bihêzkirina aboriya xwe bi awayek baş sûdê jê bigire.”

Biryare ku Bendera Faw bibe xala girêdana navbera Rojhilatê Asya, Ewropayê û Iraq bibe rêyek ji bo hinartina kelûpelan bi rêya bejahî. Herwiha bi vê projeyê dê dema veguhestina kelûpelan bo Tirkiyeyê û ji wir jî ber bi Ewropayê were kurtkirin.

Projeya netewî ya rêya geşedanê ji Iraqê destpê dike ta digihe Ewropayê û dirêjahiya wê 1200 km ye wê di nav xaka Iraqê re derbaz bibe. Herwiha 2 hezar km ji rêya projeyê di hindirê Tirkiyê de ye û bi tevahî xeta riya pêşveçûnê geşedanê digihije 3 hezar û 200 km’yan. Hindistan û G20 projeyek bi heman rengî ragihandine. Lê Projeya Pêşxistina Iraqê xwedî mesafeya herî kurt û kêmtirîn lêçûnê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar