Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pisporên Misirî: Sûcên li dijî Ocalan durûtiya hêzên navneteweyî nîşan didin

Lêkolîner û aktîvîstên misirî diyar kirin ku siyaseta bêdengiyê ya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan durûtiya hêzên navneteweyî nîşan didin û gotin: “Ew dibînin ku fikrên wî li ser wan xetere ne û li pêş ferzkirina siyasetên wan ên kapîtalîst û zordest astengî ne.”

Sûcên desthilata dewleta tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gel bêdengiya hêzên û civata navneteweyî û rêxistinên wê, dewam dikin.

Lêkolînerê kar û barên herêmî û navneteweyî yê ji Misirê Hanî El Cemel li ser mijarê got: “Li cihanê guhertineke siyasî çêdibe. Dê bi xwe re gelek guhertinên siyasî û stratejîk bîne, çi li ser asta cihanî yan jî herêmî yan jî neteweyî. Li gel van guhertinan jî, dîlgirtina Abdullah Ocalan lekeyeke reş li kirasê azadiyê yê spî ye. Azadiya qaşo gelek rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî banga wê dikin û dema hin alîgirên pergalên siyasî yên mezin bên rexnekirin an jî azadiya wan sînordar bibin, bi hêrs û aciz dibin. Berovajî, rewşa rêberê dîrokî yê gelê kurd Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdeke giran de ye, ne tenê ji aliyê bedenî ve, lê belê di aliyê fikrî de ye jî.”

El Cemel diyar kir ku gelek dewletan komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist, ji ber ku bi baweriya wan, dîlgirtina wî ji wan re bi sûd bû û got: “Ew dibînin ku fikrên wî li ser wan xetere ne û li pêş ferzkirina siyasetên wan ên kapîtalîst û zordest astengî ne.”

Li gor El Cemel tevî îşkenceyên derûnî û bedenî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û neiştina rêxistinên tenduristiyê serdana wî bikin, tevî wê jî fikrên wî ne tenê li Rojhilata Navîn lê li seranserê cihanê belav bûn.

El Cemel got armanca sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew e ku gelên bindest wî û fikrên wî yên azadî û demokrasiyê nas nekin. El Cemel anî ziman ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di misogerkirina ewlehiyê li herêmên dagirkirî de tecrubeyeke yekane ye, ew jî bû sedem ku dewleta tirk şerê projeya neteweya demokratîk bike.

‘Dewletên serdest ji Ocalan ditirse lewra divê gel pişta xwe nede dewletan’

Li ser bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî El Cemel got: “Destê gelek dewletên Ewropayê û Amerîkayê di komployê de heye. Ji ber ku li hember sûcên li dijî wî tên kirin, bêdeng in. Ji ber ku Rêber Ocalan şerê pergalên kapîtalîst û zordest dike. Her tim parastina gelên bindest û mezlûm dike. Ev jî pergalên kapîtalîst nerihet dihêle. Bêdengiya wê jî li hember tecrîda girankirî ji ber vê sedemê ye. Ruxmî ku îdiaya parastina mafên mirovan dike jî lê ji dema dîlgirtina Rêber Ocalan ve, bêdeng e. Rêxistinên hiqûqî erkên xwe naynin cih û di salên şer de tiştek ji gelê kurd re pêşkeş nekirin. Ji ber ku rêxistinên hiqûqî û mirovî di bin bandora siyasetê de ne û girêdayî dewletên komploger in.”

Têkildarî metirsiyên van dewletan ji serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan, El Cemel wiha axivî: “Ew bi fikarin û hesabê ji derketina Rêber Ocalan ji girtîgehê re dikin. Ji ber ku projeya wî ji bo gelek pirsgirêkên girêk li Rojhilata Navîn, çareserî ye. Komploya navneteweyî ya li dijî wî, ji bo kontrolkirina karîgeriyên gelên azadîxwazin, li dar ket. Ji ber wê divê, gel xwedî li firkê Rêber Ocalan derkevin û hewl bidin ku ew ji girtîgehê derkeve, pişta xwe nedin civata navneteweyî û mirovî. Lê belê xwe bispêrin gelên azadîxwaz, rêxistinên civaka sivîl û bibin yek ta ku Rêber Ocalan û gelek têkoşerên azadiyê serbest bên berdan.”

‘Derew û durûtiya civata navneteweyî aşkera dibe’

Gerînendeyê Meclisa Mafên Mirovan a Misirî-Erebî Osama Şemis jî got: “Sûcên ku dewleta tirk a dagirker li dijî Rêber Ocalan pêk têne, binpêkirina mafên mirovan e. Gelo çawa mirovek 70 sal derbas kiriye, di hucreya takakesî de tê girtin û hevditinên bi malbat û parêzeran re lê tê qedexekirin.”

Şemis aşkera kir ku dosyaya Tirkiyeyê ya mafên mirovan tijî binpêkirin û sûcên li dijî muxalefetê û aktîvîstan e.

Şemis bêdengiya civata navneteweyî ya li hember kiryarên pergala Erdogan şermezar kir û got: “Em dikarin bêjin, ji ber berjewendiyên hevbeş li gel pergala tirk û dewletên mezin, ew bêdeng in. Ji ber ku sûdê ji dûrxistina Ocalan digirin.”

Osama Şemis got sûcên li dijî Rêber Ocalan, derew û durûtiya civata navneteweyî aşkera dikin ku li şûna tevahî tev bigerin û wî serbest berdin û ji ber felsefe û fikên wî yên banga aştî û hevgirtinê di navbera pêkhateyên Rojhilata Navîn dike, xelat bikin, çavê xwe li hember sûcên li dijî wî tên kirin digirin.

Bi nêrîna Şemis ev bêdengî, nîşaneya erêkirineke veşartî ye ji bo pêkanîna sûcan li dijî wî, ev jî îsbat dike ku hêzên mezin naxwazin aştî û aramî li herêmê pêk were mîna ku îdia dike, lê belê dixwaze fitne û nakokî di nava gelê herêmê de belav bin.

Şemis bal kişand ser rola hêzên rojavayî di aloziyên li herêmê de û got: “Rojava, li paş şerê li Sûdanê û talankirina berhemên binerd û sererd ên Afrîkayê ye. Ew piştgiriya komên çekdar li Rojhilata Navîn dike ji ber wê nahêle fikrên Ocalan ên aştîxwaz, biratî û jiyana hevbeş di nava pêkhateyan de belav bibe. Nemaze ku li ser stratejiya wan a kontrolkirina herêmê xetere ne. Yanî ez bawer nakim ku civata navneteweyî yan jî rêxistinên hiqûqî yên cihanê li hember doza Ocalan helwesteke erênî nîşan bidin.”

Şemis di dawiyê de got: “Rêya azadkirina Ocalan bi belavkirina fikrên wî, rojevkirina doza wî li dezgehên çapemeniyê, lidarxistina semîneran têkildarî parêznameyên wî û lidarxistina çalakiyan û aşkerakirina sûcên li dijî wê, dest pê dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar