Di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ de gelek siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin û ev 5 roj in di bin çavan de ne. Ji roja dest pê kê ve, bertekên li dijî operasyon û binçavkirinan dewam dikin. Gelek partiyan, rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên cuda, li bajaran çûn serdana HDP û piştevahiya xwe diyar kirin. Di heman demê de li ser banga gelek ronakbîr û nivîskaran dest bi kampanyaya ‘Bibe endamê HDP’ê’ hat kirin û ev kampanya li gelek bajaran pêl bi pêl belav bû.
Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci diyar kirin ku piştî operasyonê bi sedan kes serî li partiya wan dane û bûne endam.
Hevserok Elîf Bûlût binçavkirinên siyasetmedaran weke ‘operasyona tolgirtinê’ pênase kir û wiha got: “Ev operasyon di destê desthilatdariyê de ma. Vê operasyonê, têkoşîna HDP’ê ya mafdar carek din derxist holê. Desthilatdarî bi vê operasyonê ket bîra bi dest xwe kûlayî. Ji ber ku xwestin HDP’ê cihekar bikin lê tabloyek berevajî vê derket holê û piştevaniyek mezin ji bo partiya me çûbû. Yanî tiştekê ku desthilatdariyê qet nedixwest derket holê. Êdî rewş wisa bûye, her ku desthildarî êrîşî HDP’ê dike, HDP bi hêztir dibe. Piştevaniyên pir xurt çêbûn. Me dît ku dostên me bimere ne. Ev jî hêzek mezin da me.”
Serlêdanên endamtiyê
Bûlût da zanîn ku li dijî operasyonê bertekek topyekûn derket holê û ev tişt anî ziman: “Xwedîderketineke mezin ji bo HDP’ê çêbû. Ji medyaya civakî bigirin, di her qadên jiyanê de piştevanî çêbû. Gelek kesan li ser medya civakî xwe gihandin me û gotin ew dixwazin bibin endam. Em girîngiyeke mezin didin endamtiya dildar. Ji ber vê her endamtî ji bo me pir girîng e. Dîsa gelek kes li me geriyan û gotin ew ê êdî dengê xwe bidin HDP’ê. Em ê jî, di vê wateyê de, li hemû bajar û navçeyan, qad bi qad, kolan bi kolan bigirin, endamên xwe zêde bikin û piştevaniya xwe mezintir bikin. Em dibêjin dem dema HDP’ê ye. Ji bo piştevanî û xwedî derketinê, em banga werin bibin endamên partiya me, dikin.”
Banga mezinkirina piştevaniyê
Hevserok Erdal Avci jî ji bo operasyona li dijî partiya xwe nirxandina provokasyonê kir û ev tişt vegot: “6 sal bi ser çalakiyên Kobanê re derbas bûn. Xwestin bi vê HDP’ê di raya giştî reş bikin. Êdî hemû kes jî baş dizane ew roj berhemê çeteyên bi cemaetê ve girêdayî bûn. Em bi awayekê aşkera dikarin bêjin, ew pêvajo bi destê hikûmetê hat pêşxistin. Îro xwedîderketina partiya me, bûna endam û piştevanî dayîn, berhema hafizeya civakî ye. Xwedîderketineke mezin çêbû.”
Avci dest nîşan kir ku di rewşa heyî de daxwaza aştiyeke birûmet pir zêde bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji hemû hêzan zêdetir HDP’e aştiyê dixwaze. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku ji bo pêşketina aştiyê, wekheviyê û demokrasiyê werin piştgiriyê bidin HDP’ê. Em dixwazin bi hevre bi hemû hêzên demokrat re li dijî faşîzmê bibin yek.” STENBOL