Navenda Nûçeyan
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 41’emîn de didome.
Pişgiriyên ji bo girtiyan her roj diçe mezin dibe.
Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Amedê, derbarê çalakiya girtiyan de li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên HDP’ê, MEBYA-DER’ê, MED TUHAD-FED’ê û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Emîn Guzel diyar kir ku bi armanca rakirina tecrîdê bi hezaran girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne û wiha got: “Tecrîd, di hiqûqa netewî û navneteweyî de binpêkirina mafan e. Domandina tecrîdê sûc e. Weke li hemû girtîgehan divê li Girtîgeha Îmraliyê jî mafê hevdîtina bi parêzer, malbat, wasî re û mafê axaftina bi telefonê bê dayîn. Em dixwazin ku hewldanên aştiyê yên di sala 2013’an de dest pê kiribûn careke din dest pê bikin, girtiyên nexweş bên berdan û di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan şertên li gorî rûmeta mirovan bên pêkanîn.”
Divê civak mil bide girtiyan
Nivîskar Fûat Kav ku 20 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye û gelek caran ketiye çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê, tecrîda li Îmraliyê nirxand û bal kişand ser piştevaniya civakî ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin.
Kav diyar kir ku girtiyên siyasî li girtîgehan têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê didin û wiha got: “Ji ber vê têkoşîna xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Li derve tekoşîna azadî û demokrasiyê çêbibe; weke parçeyek vê têkoşînê bi awayekî xwezayî girtî jî tev li vê pêvajoyê dibin. Girtiyên siyasî xwedî nasnameyekê ne, çalakiya wan a greva birçîbûnê di wesfa hişyariyê de ye. Girtîgeh eynika derve ne.”
Kav destnîşan kir ku tevahiya dîrokê çalakiyên greva birçîbûnê li ser azadî, demokrasî û aştiyê roleke diyarker leyîstine û ev tişt anî ziman: “Girtîgehên li Kurdistanê hê zêdetir roleke diyarker leyîstine. Bi taybetî jî di 12’yê Îlonê de Zindana Amedê vîna bingehîn a têkoşînê bû. Îro jî heman rewş heye. Bi encamdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatibûn destpêkirin careke din girîngiya têkoşîna girtiyan derket holê. Timik çalakiyên greva birçîbûnê civakê beralî kirine. Divê civakî jî xwe tev li têkoşîna girtiyan a bi coş bike. Derfetên civakê ji yên girtiyan zêdetir in, divê têkoşînê mezin bikin. Heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê ava bike wê zûtir encam bê girtin.”