Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Piştî 28 salan jin xwe ji bo greva neteweyî amade dikin

Piştî 28 salan jinên swîsreyî xwe ji bo greva neteweyî amade dikin. Jin dê di 14’ê hezîranê de li dijî newekheviya jin û mêran daqevin qadan

Jinên swîsreyî amadekariyan dikin ku 14’ê hezîranê li dijî newekheviya jin û mêran li qada neteweyî grevê bikin.

Greva destpêkê 14’ê Hezîrana 1991’ê pêk hatibû û nêzî 500 hezar jin tev li bûbûn.

Beriya wê 24’ê Cotmeha 1975’an li Îzlandayê greveke bi heman rengî pêk hatibû û ji sedî 90 jin tev lê bûbûn û jinan 24 saetan dev ji kar berdabû. Duyemîn greva giştî ya li Swîsreyê piştî 28 salan dê pêk were. Ji rayedarên federal Sîmonetta Sommarûga jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva giştî.

Li gorî malpera TV5monde di nav 28 salan de gelek tişt hatibin guhertin jî di rêwîtiya zor û zehmet a ber bi wekheviyê de ji hêrsa jinan tiştek kêm nebû.

Lê belê di nav 28 salan de jinan qanûnên ‘destûra dayiktiyê’, ‘mafê kurtajê’ û ‘qanûna wekheviyê’ bi dest xistin. Tevî vê yekê jî civak hîn xwedî mejiyê baviksalariyê ye.

Newekheviya muçeyan bandoreke giran dike. Jinan diyar kir ku li parlamentoyê nêzîkatiyên bi serweriya mêran hîn jî dewam dikin û ragihandin ku qanûna wekheviyê hîn qels e.

Grev dê 14’ê hezîranê pêk were û tê payîn ku jinên li gelemperiya welêt bersivê bidin banga sendîkayan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar