Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Piştî 3 salan bi ‘destûr’ Birca Keçikan vebû

Birca Bizinê ku ji qedexeya derketina derve ya 2’ê kanûna 2015’an ve ji ziyareta mirovan re girtîbû, bi ‘destûr’ ji ziyaretvanan re hat vekirin

Birca Bizinê ya Sûra Amedê ku di bin parastina Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye, bi qedexeya derketina derve ya 2’ê kanûna 2015’an re ji ziyareta mirovan re girtin, bi ‘destûr’ ji ziyaretvanan re hat vekirin.

Di 15’ê gulana 2016’an de ku dema êrîş û talankirina dewleta tirk a li ser Sûrê didomiya, ji aliyê polisên tirk ve tuwaleteke livbar li ser bircê hatibû bicihkirin. Piştî bertekên zêde tuwalet hatibû rakirin. Di 19’ê gulana 2016’an de jî li ser bircê bi kîsên qûmê yên bi tonan giran, kozikên leşkerî û sîstema elektrîk û kamerayê hatibû avakirin.

Birca piştî 3 sal û 2 mehan hê jî bi rêgiriyan girtî ye, îro hat dîtin ku mirov diçin ziyareta wê.  Rojnamegerekî dema ku dît mirov diçin ziyareta bircê xwest ew jî biçe ziyareta bircê, lê rojnameger ji aliyê polisan ve hat astengkirin û jê re hat gotin ku ziyareta bircê bi ‘destûrgirtina’ ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Sûrê pêkan e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar