Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Piştî 4 mehan wî birin nexweşxaneyê

Omer Ertaş ku di Girtîgeha Tîpa E ya Wanê de ye, ji bo nexweşiya xwe ji îdareya girtîgehê re daxwazname nivîsandibû. Lê belê girtîgehê piştî 4 mehan ew bir nexweşxaneyê û piştî muanekirinê dermanê wî nedanê

Omer Ertaş, berî bê girtin di qezayeke trafîkê de birîndar bibû. Bêyî birîna wî sax bibe ji ber hin sedemên siyasî 3 sal berê hatibû girtin û wî şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Wanê. Piştî hat girtin lingê wî yê ji ber qezayê platîn xistibûnê mîkrop girt û birîna wî xedartir bû. Ji bo biçe nexweşxaneyê Ertaş daxwaznam ji îdareya girtîgehê re nivîsand lê belê girtîgehê piştî 4 mehan ew bir nexweşxaneyê. Gava wî birin enxweşxaneyê piştî muayenekirinê jî derman nedanê.

Kekê wî Kadîr Ertaş wiha got: “Nexasim jî zivistanê lingê birayê min pir diêşê. Divê bê tedawîkirin. Piştî liv û tevgereke dûr û dirêj, 4 meh şûnde î dibin nexweşxaneyê. Bijîşk hin dermanan jê re dinivîsîne. Lê belê dermanên dinivîsîne jî nadin wî rewşa birayê min nebaş e.”

‘Hiqûq, edalet û mirovahî nemaye’

Kadîr Ertaş, da zanîn ku gava birayê wî hatiye girtin 80 kîlo bûye, lê belê niha 40 kîlo ye û got: “Xweşikî xwarinê andin wan. Carina tenê girarê didin wan. Ji ber birîndar e nikare her xwarinê bixwe û loma tim birçî dimîne. Li Girtîgeha Wanê zilm li girtiyan tê kirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Mirovan bi birçîbûnê terbiye dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê ne hiqûq, ne edalet û ne jî mirovahî maye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar