Cenazeyê Davût Ecer ku li Amanosan di êrîşa SÎHA’yê de şehîd bûbû, piştî 4 mehan radestî malbata wî kirin
Cenazeyê Davût Ecer ku di 10’ê tîrmeha 2019’an de li Çiyayê Amanosê yê navçeya Dortyolê ya Hatayê, di êrîşa Amûra Bêmirov a Hewayî ya bi Çek (SÎHA) de şehîd bûbû, ji ber ku hatibû parçekirin, ji aliyê malbatê ve nedihat teşhîskirin. Ji ber vê yekê testa DNA’yê li ser cenaze hat kirin û piştî 4 mehan, îro li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê (ATK) radestî malbata wî hat kirin. Malbat ji bo ku cenazeyê kurê ve veşerê, ji Edeneyê ber bi Colemêrgê ve derket rê. Dê cenaze li gundê Aşût ê navçeya Çelê bê veşartin. EDENE