Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştî 4 salan çû Îmraliyê

Malbatên girtiyên li Îmraliyê piştî 4 salan hevdîtin bi xizmên xwer re pêk anîn. Sabîha Aslan a  ku piştî salan bi birayê xwe Veysî Aktaş re hevdîtin pêk anî hestên xwe wiha anî ziman: “Saetek ku min li wir derbas kir, dikaribim bînim ziman wê bibe pirtûk.”

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar di 5’ê gulanê de bi wesîleya Cejna Remezanê çûn girtîgehê hevdîtin pêk anîn. Her sê girtî di serdema pêvajoya çareseriyê de ji girtîgehên cuda wek “sekreterya” biribûn Girava Îmraliyê. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15’ê adara 2015’an û Hamîlî Yildirim jî ji 15’ê tîrmeha 2015’an vir ve nikaribûn bi malbatên xwe re hevdîtin bikirina.

Piştî ku li dijî pêkanîna tecrîdê grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin birayê Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 12’ê çileya 2019’an de çûbû Îmraliyê û hevdîtinek pêk anîbû.

Tevî vê hevdîtinê jî bi hezaran çalakger greva birçîbûnê domandin. Li ser vê yekê piştî 8 salan parêzerên Ocalan destûra wan hat dayîn û di 2’yê gulanê û 22’ê gulanê de li gel Ocalan hevdîtinan pêk anîbûn. Parêzeran di 26’ê gulanê de peyama Ocalan bi raya giştî re parve kirin û çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe anîn.

Piştî bidawîkirina çalakiyê, Konar, Aktaş û Yildirim li Grava Îmraliyê yekem car bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.  Ji malbatên çûn Îmraliyê xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan têkildarî hevdîtina piştî bi salan bi birayê xwe re pêk anî ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Hevdîtin li odeyên cuda pêk hat

Aslan da zanîn ku ew di bin tedbîrên zêde de çûne girtîgehê û di her nokteya lêgerînê de li ser wan lêgerîn pêk dianîn. Alsan wiha got: “Di çûyînê de ez ne şaş bim me 6-7 caran lêgerîn kirin. Di vegerê de jî me lêgerîn kirin. Bi giştî 12-13 caran me lêgerîn kirin. Me gellek îmzeyan avêt. Pêlavên me dan derxistin. Lêgerîn pir zêde bû.”Aslan anî ziman ku piştî lêgerînan her malbetekê di odeyên cuda de hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Min birêz Ocalan, Hamilî Yildirim û Hayrî Konar nedît. Min saetek bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Dema hat min wî hembêz kir. Min nizanibû ez ê çibikim. Min dest û rûyê wî maçî kir. Ez di nava hestek pir cuda de bûm. Dema hat û dema çû jî min wî hembêz kir. Ev çar sal bû me nikaribû wî bidîta. Me bêtir li ser mijarên malbatî axivîn. Pirs kir û got ‘kî sax e û kî miriye.’ 4 sal ne demek hindik e. Min got bapîra min rehet kiriye. Got ‘kengê, meh an jî sal derbas bûn?’ Min got hêj salek xelas nebûye. Pir li ber pîrîka xwe ket.”

‘Sehet û moralê wî li cih bû’

Aslan destnîşan kir ku birayê wê gotiye ‘ne diyar e dê carek din hevdîtin pêk were an jî na. Dibe ku ev hevdîtina dawî be jî û dibe ku dewam bike jî’ û  wiha got: “Weysî xwest ku carek din hevdîtin pêk were ez zarokên xwe jî bibim. Pirsa zarokên min kir. Got xwezî te Saryayê bianiya. Sarya keça min e. Ji ber ku min nizanibû dê wê berdin bernedin min wê nebir.”  Aslan da zanîn ku sehet û moralê birayê li cih bûye û got: “Digot ku ritûbet hinek wan aciz dike. Ji bilî wê tu tengezariyên wan tune bûn. Weysî qelew bûbû. Sedemê vê yekê jî bi dev jê berdana cixarê ve girê da.”

‘Hestek nayê ziman bû’

Aslan herî dawî hestên xwe yên têkildarî hevdîtinê wiha vegot: “Ne mimkin e ez hestên xwe bînim ziman. Hestek giran bû, bar bû û hezkirin û bextewarî hebû. Heke ez dikaribim behsa wê saetekê bikim û bînim ziman dê bibe pirtûk lê nikarim bînim ziman. Ez hêj di bin bandora wê de me.” STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar