Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Piştî 6 salan ji bo doza Şahîn Oner biryara keşfê

Di rûniştina doza têkildarî kuştina Şahîn Oner ku maşîneya zirxî ya polîsan lê qelibîbû hat vekirin biryara, “Li cihê bûyera ku bûye mijara sûc, bi beşdarbûna hemû şahid û bersûcan keşf bê kirin, piştî girteka keşfê ji bo girtina rapora pispor ji Kursiyê Trafîkê yê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê re talîmat bê nivîsandin” hat dayîn

Şeşemîn rûniştina doza ku têkildarî kuştina Şahîn Oner ê di 10’ê sibata 2013’an de li Semta Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê maşîneya zirxî ya polîsan lê qelibî û jiyana xwe ji dest dabû, hatibû vekirin, hat dîtin. Polisê kujer S.K. ku ji sûcê “kuştina bi zenebûn” dihatin darizandin û parêzerê xwe tevlî rûniştina ku li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, nebûn. Parêzerên malbata Oner Abdûllah Zeytûn û Sîdar Avşar tevli rûniştinê bûn. Di rûniştinê de hat dîtin ku biryara rapora pispor ku bi keşfkirina cihê bûyerê bê amadekirin û rapora pispor ku ji aliyê  Kursiyê Trafîkê yê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bê amadekirin a rûniştina beriya niha, pêk nehatine.

Her wiha di rûniştinê de, hat dîtin ku Nêrîngeha Kandîliyê muzakereyên ku di rûniştina din de ji bo diyarkirina rewşa hewayê ya roja bûyerê û şertên hewayê yên dişibin şertên hewayê yên roja bûyerê di kîşan demê de pêk hatine, jê re hatine nivîsandin bersivandiye.

‘Carek jî tevlû rûniştinan nebûye’

Parêzerên malbata Oner Abdûllah Zeytûn û Sîdar Avşar bi bîr xistin ku li gel ku bi ser bûyerê re 6 meh û 3 roj derbas bûye jî bersûcê bûyerê Polis S.K. carek jî tevlî rûniştinan nebûye û daxwaza ku bersûc tevlî rûniştinan bibe kirin. Her wiha parêzeran daxwaz kir ku îfadeyên xebatkarên tenduristiyê yên ku Oner li şûna nexweşxaneyê birine qereqolê jî bê girtin û li gorî îfadeyên 2 şahidên ku di dosyayê de cih digirin bersûc polis S.K. bê girtin.

Dîsa rapora pispor û keşfê hat xwestin

Dadgehê piştî navberdayînekê biryar xwe ya navberê aşkera kir û biryar da ku li cihê bûyera ku bûye mijara sûc, bi beşdarbûna hemû şahid û bersûcan keşf bê kirin, piştî girteka keşfê ji bo girtina rapora pispor ji Kursiyê Trafîkê yê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê re talimat bê nivîsandin. Heyeta dadgehê ku daxwaza girtina bersûc polis S.K a parêzeran red kir û rûniştinê taloq kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar