Li gorî rojnameya Daily Express hikûmeta Brîtanyayê ji bo alîkariya hêzên Amerîkayê, hêzek taybet şandiye Kendavê
Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê her ku diçe kur dibe. Piştî Amerîkayê, Brîtanyayê jî hêzek taybet şand Kendavê. Li gorî rojnameya Daily Express hikûmeta Brîtanyayê ji bo alîkariya Amerîkayê hêzek taybet şandiye Kendavê.
Rojnameyê da zanîn ku hêzên Brîtanyayê gihiştine Kendavê û li wir dê parastina keştiyên şer ên hemberî êrîşên Îranê bikin.
Rojnameyê behsa hejmara hêzên brîtanî nekir lê diyar kir ku hêzên brîtanî bi du koman veguhestine Kendavê.