Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen ji Elbistanê ragihandine karesateke din darîçav dibe. Karesata erdheja ku navenda wê Mereş bû û bandora xwe li ser 10 bajaran nîşan da, bi hezaran mirov di encama xemsarî û deswerdana dereng de qerisîn û jiyana xwe ji dest da. Erdhejê êş û trajediyeke xedar li pey xwe hişt. Li Elbistanê malbata Terzî yek ji wan malbatan e ku êş û dram bi serê wan de jî hatiye. Ji malbata Terzî sê ferd bûne qûrbanî. Ferdên malbatê di bin xirbeyê avahiya Îsmîlaaga ya li Elbistanê bi 11 kesan re canê xwe ji dest da. Perîhan Terzî û zarokên xwe Dogan û Dûran di bin xirbe de man û piştî çar rojan cenazeyên wan bi awayek qerisî hat derxistin.
Êş û xemgîniya qetrehm
Malbatê piştî 5 rojan cenazeyên ferdên xwe ji morgê wergirt û li gundê Nergelê yê Elbistanê veşartin. Di merasîma cenazeyan de êş û xemgînî hebû. Lorandina Ayşe Terzî ku keça wê û du neviyên wê canê xwe ji dest da qet kêm nebû û dibêje, “Xwedî ez bimirama û negotina ku keça min din betonê de maye.” Ayşe Terzî ya dilşewat bi tu awayî nehat aşkirin. Roja ku erdhej çêbû, malbat li gund dima û mala wan şewitiye û rê girtibûne xwe negihandine navenda navçeyê.
Haci Terzî ku keça wî û du neviyên wî canê xwe ji dest da, ji ber ku roja pêşîn negihîştiye ber xirbeyê avahiyê xemgîn e û dibêje, “Qerisîn û canê xwe ji dest dan. Min dixwest bigihîjim xirbe û wan rizgar bikim lê mixabin rê destûr neda.”
Çavên wan vekırî û qerîsî çûn
Terzî anî ziman ku keça wî û du neviyên wî di bin xirbe de qerisîn û canê xwe ji dest dane û wiha got: “Me digot tiştek nebûye lê me nizanibû canên me di bin avahiyê de mane. Roja erdhejê mala me şewitî û bêyî ez gopalê xwe derxim ji malê derketim. Xwezî keça min û du neviyên min jiyana xwe ji dest nedana lê bila ez di wî agirê mala me de bişewitiyama. Xwezî min vê êşê nedîta û ez bimirima. 8 roj in min dengê wan nebihîst û ew hembêz nekirin. Laşê wan cemidî û canê xwe ji dest dan. Piştî pênc şeş rojan cenazeyê wan hat û laşê wan qerisî bû. Dema cenaze hatin şûştin, çavê wan vekirîbû. Belkî li benda rizgarkirinê bûn, belkî hema li benda kesekî bûn ku wan rizgar bike. Çavê wan li rê bû û çavên wan vekirî çûn. Kesî ew rizgar nekirin. Êdî tu dermanê vê êşa me nîne. Ez derdê xwe, îsyana xwe ji we re dibêjim.”