Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Piştî cezayên DYA’yê MÎT a tirk ji bo sûcên çeteyên xwe veşêre dest bi tevgerê kir

MÎT’ê ku piştî biryara DYA’yê ya ji bo dorpêçkirina komên çete û çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker çalakî li dar xist, li Efrînê bi pêşengên çeteyan re hevdîtin kir. Di civînê de pirsgirêka tunekirina nav û qeydên kesên ku di bin îşkenceyê de hatine qetilkirin, hatin lêkolînkirin.

MÎT’ê ku piştî biryara Wezareta Xezîne ya DYA’yê ya di 18’ê tebaxê de li dijî çeteyên El Hamza û Silêman Şah ên girêdayî dewleta tirk a dagirker biryara mueyîdeyan da, êrîşî serçeteyê Silêman Şah Mihamed El Jasem bi nasnav Ebû Amşa û El Hemzat kir. Hate hînbûn ku dewleta tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê bi serçeteyê koma Seyf Ebûbekir re, veşartî hevdîtin pêk aniye.

Li gorî agahiyên ku hatiye bi dest xistin, di 17’ê tîrmehê de, piştî biryara ku li ser çeteyên girêdayî Komara Tirkiyeyê yên li Efrînê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de, li ser dosyayên sûcên wan ên li dijî mirovahiyê li dijî çeteyên girêdayî dewleta tirk hatin sepandin, MÎT’ê êrîş birin li ser çeteyên girêdayî dewleta tirk. Serçeteyên çeteyên Ebû Emşa û Seyf Ebû Bekir ên li navçeya Raco ya Efrînê jî di nav de bûn, hate hînbûn ku wî civîneke veşartî li dar xistiye. Hat diyarkirin ku di civînê de ji bo veşartina sûcên li îşkencexaneyên çeteyên El Hemze û Silêman Şah ên di bin talîmata MÎT’ê de li herêmên dagirkirî tên meşandin, gelek biryar hatin girtin.

Li Zîndana Reş a li Racoyê gelek girtiyên kurd û ereb hatin tunekirin an jî wendakirin

Di civînê de biryara sereke ew bû ku ji sala 2018’an heta îro girtiyên kurd û ereb ên ji Zîndana Reş a navçeya Raco ya Efrînê bên derxistin û ber bi cihekî nediyar ve bên birin. Hate hînbûn ku di çarçoveya heman biryarê de li ser navê girtî û mehkûmên ku di bin îşkenceyê de li vê zindanê hatine qetilkirin bên îmhakirin an na, nîqaş hatin kirin. Hate diyarkirin ku bi dehan sivîl di nav de bi dehan jinên kurd û ereb tenê ji ber ku beriya dagirkeriyê nêzî saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, di bin îşkenceyê de li girtîgehê û girtîgehên din hatine qetilkirin.

Ji ber sûcên şer, revandin, îşkencekirin, tecawizkirina jinan û destdirêjiyê, ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê ve cezayên li ser serokê çeteyên El Hemze Seyf Ebû Bekir û serçeteyê koma çete Silêman Şah Ebû Emşa hate sepandin. Girtiyên di zindanên îşkenceyê yên veşartî yên li bajarê Efrînê de rasterast di bin çavdêrî û kontrola MÎT a tirk a dagirker de ne.

Du komên bi navê komên tirkmen ên ku rasterast di bin fermana MÎT’ê de ne, di salên dagirkeriyê de bi taybetî li dijî kurdan 70 gundên kurdan ên li bejahiya El Babê vala kiribûn, xwedî rekoreke tije sûc in. Her wiha bi valakirina bi dehan gundên Efrînê ji nişteciyên kurd û bicihkirina tirkmen û malbatên çeteyên ji Hums û Hemayê, pêkhateya demografîk a herêmê hate guhertin.

Her du komên çete yên girêdayî Komara Tirk a dagirker bi dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan tên naskirin. Serokê koma El Hemzat Seyf Ebûbekir ku lîwayê yekem bû û berê efserekî artêşa Sûriyê bû, ji herêma El-Bazaa ye. Di sala 2017’an de dema ku li El Babê bi pileya “walî” DAIŞ’ê bi rê ve dibir, di sala 2017’an de li yek ji mizgeftên bajarê Kabasînê gefa “Eger kurd poşman nebin ez ê bikujim” xwaribû.

Dema ku Seyf Ebû Bekir beşdarî îşkencekirin û destavêtina girtiyên jin bû, jinên revandî behsa çawaniya tecawizê li jinan kirin û wêneyên tazî li ber destê Ebûbekir di zindaneke veşartî ya El Hemzat de kişandin.

Sûcên du komên çete di raporên NY de ne

Piştî cezayên Amerîkayê, rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên herêmî dest bi çalakiyan kirin ji bo belgekirina sûcên ku ji aliyê her du komên çete ve hatine kirin, têkilî bi jinên ku hatine revandin, îşkencekirin û destavêtin hatine kirin.

Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyeyê de di civîneke çapemeniyê de li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cinêvê ya paytexta Swîsreyê, rapora xwe ya di navbera 1’ê çile-30’ê hezîrana 2023’yan de aşkere kir.

Rapor balê dikişîne ser binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêmên ku li Sûriyeyê di bin kontrola xwe de pêk tînin û îsbat dike ku “Artêşa Neteweyî” û hêzên wê sûcên şer ên li dijî mirovahiyê li dijî kurdan pêk anîne.

Di raporê de her wiha hate gotin ku kurdên li herêmê dijîn ji ber têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser re hatine girtin, îşkencekirin û bi darê zorê koçber bûne.

 

Nûçeyên Têkildar