Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Piştî civîna bi gel re xebatên şaredariyan

132 şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi nirxandina pêşniyar û pirsgirêkên komînan da ku pêk bînin. Şaredarî amadekariya pêkanîna 411 projeyên cihêreng ên qîrkirina rê, av û kanalîzasyon û projeyên jîngehê dikin.

Şaredariyên gel beriya çend rojan civînên bi gel re yên çareyka duyemîn a 2023′yan ku bi rêya komînan li her şaredariyekê li dar xistibûn, bi dawî kirin. Di civînên tîrmehê de xebat û projeyên şaredariyan ên pêk hatine, hatin eşkerekirin. Her wiha li rexne, nêrîn û pêşniyarên gel hatin guhdarkirin.

Li gorî Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmên Rêveberiya Xweser 132 şaredariyên gel hene. Ji wan 57 li herêma Cizîrê ne.

Têkildarî civînan cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ji ajansa me re got, armanc ji van civînên asayî yên şaredariyan, avakirina têkiliyeke xurt di navbera gel û şaredariyan de ye, da ku şaredarî li ser bingeha nêrîn û pêşniyarên gel xebatên xwe pêk bîne.

Bêrîvan wiha domand: “Ji ber ku xebatên xizmetguzariyê yên şaredariyan bi beşdariya gel esasê serkeftinê ye û şaredarî nikare bi tenê ser bikeve, bi giştî ev civîn dibin qada parvekirina nêrîn û naskirina rexneyên gel e. Şaredarî di wan civînan de proje, budceya xwe û karên pêkhatî, eşkere dike. Di dawiyê de nêrîneke hevbeş a xebatan derdikeve holê.”

Li ser pêşniyarên gel û rexneyên wî Bêrîvan Omer got: “Rexneyên herî zêde hatine, derengmayîna pêkanîna projeyan e. Rexne li gor herêman cihereng bûn. Ev jî nîşaneyeke baş e ku pirsgirêk a erdnîgariyeke biçûk û xebat di wî alî de berdewam e. Piraniya rexneyan li ser avê û paqijiyê bûn. Şaredarî li ser van kêmasiyan hatin hişyarkirin.”

Di planên şaredariyên gel û Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê de 411 projeyên cihêreng hene; qîrkirina rêyan, av, kanalîzasyon û projeyên jîngehê. Ev proje wiha ne; 56 projeyên sererastkirina rêyan bi kevirên hur, 68 projeyên sererastkirina rêyan bi bermahiyên kargehên hilkirina keviran, 70 projeyên qîrkirinê, 28 projeyên kanalîzasyonê, 30 projeyên avê û 12 projeyên jîngehê.

Li gorî desteyê 8 milyon û 404 hezar û 748 dolar ji projeyên navborî re hatine veqetandin.

Li ser encamnameyên civîn û pêşniyarên gel ji şaredariyan re pêşkêş kirine, Bêrîvan Omer wiha anî ziman: “Di dawiya civînê de komîte hatin avakirin, da ku civînan bi rêve bibin û çavdêriyê li pêkanîna pêşniyarên gel  ên neketine budceya giştî û plana salane bike. Divê şaredarî di 3 mehên bê de van projeyan pêk bînin. Dê rojeva civînê bê, li ser pêkanîna pêşniyaran û çareserkirina pirsgirêkan bin heke hebin.”

Bêrîvan Omer bang li gel kir ku beşdarî civînan bibe û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em hewl didin hin guhartinan çêkin, ji wan civînên şaredarî û gel bibin cihê biryaran û li ser projeyan werin erêkirin û gel xwe bi xwe li gorî şert û rêjeya erêkirinê pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar