Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştî civîna Tehranê Soçî!

Ji nişkave, nûçeya ku R.Erdogan û Putin di 5’ê tebaxê de li Soçî hev bibin û civînek duqolî taybet û giring pêkbînin, bala raya giştî gelek kişand ser xwe.

Em bînin bîra xwe, rojekê li pey civîna sêqolî ya di 19’ê tîrmeha 2022’yan de li Tehranê pêk hat, di 20’ê tirmehê de êrîşek topbarane ya komkujî çû ser geştiyarên ji gelê ereb, li gundê Perexa Zaxoya Dihokê.

Li ser vê êrîşa qirker, hema di wextê xwe de, hilwestên zelal û dijwar, ji aliyê hemû rayedarên berz û berpirsiyar ên dewleta Iraqê ve hat dayîn û yekser, gunehkarê vê êrîşê dewleta tirka destnîşan kirin.

Hema li gel vê hilwestê, bi giştî gelê Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê jî, bi heman tundîtiyê hilwesta xwe bi berfirehî û bi pir cure çalakî û xwepêşandanan nîşan dan û dewleta tirk yekser gunehbar kirin. Bi taybetî R.Erdogan mîna kujerê zarokan nîşan dan!

Belê li ser vê êrîşkariya hovane, du hilwestên mîna hev; ji rastiyê dûr û ji derveyî zanistiyê, ji aliyê fermandar û siyasetmedarên dewleta tirk û PDK’ê ve hatin diyar kirin!

Jixwe Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, hema li bayê bezê yekser got; “ev êrîş ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin”!

PDK, heta roja duduyan jî, bê hilwest ma. Diyar e, dîtin ku wisa na meşe, ji naçarî û hinekî bi şermokî, hilwestek nîvqurmiçî û nêzî hilwesta dewleta tirk ragihand. Got, “bûyerên wisa ji ber şerê navbêna PKK û dewleta tirk derdikev in û hwd”!

Li pişt vê daxwiyaniyê Mesrûr Berzanî, berê xwe da Bexdayê. Li goreyî hinek saloxan, R.Erdogan weke qasidê xwe şandiye cem Mustefa Kazimî, da ku vî ewrê reş li ser dîktatoriya faşîst a R.Erdogan, hinekî sivik û spî bike!

Her wiha li gel ewqas hilwestên dijber ên li himberî wan, Çavuşoglu, naçar ma, li gel dubarekirina daxwiyaniya xwe ya despêkê, hinek guhertin çêkir û got “pêdivî bi lêkolina vê bûyerê heye…”! Stratejistê wan Abdullah Agar jî, ji devê xwe filitand an ji naçarî got; “dibe ku, şaşîtiyek çêbû be”!

Ji ber ku rayedarên bilind ên Iraqê, di asta herî berz de civîna xwe ya Konseya Ewlekariyê kom kir û biryar standin ku dewleta tirka, li Yekitiya Neteweyî (YN) gilî bikin. Her wisa jî kirin û ev pêvajo, li dijî dewleta qirker a tirk dewam dike.

*  *  *

Niha dewleta tirk, weke ku çeka wan di destê wan de teqiya be, şaşo maşo bûne.

Li aliyekî ji bo wê derewa xwe pîne bike, êrîşên xwe yên li dijî şervanên Azadiya Kurdistanê him li Başûr û him li Rojava zêdetir kiriye. Weke bêje “va ye em bi tenê li dijî şervanan êrîşan pêktîne, em ne li dijî sivîlan e”!

Li aliyê din jî, ji bo raya giştî ya navxweyî re bêje “vaye, em li ser soza xwe ne ku em ê êrîşî Rojava bikin”!

Belê ev her du taktîkên wan jî ne bi wate ne û cihê xwe nagire. Ji ber ku êdî ji hêla raya giştî ve, bi tevayî tê zanîn ku êrîşên wan ên qirker, ne bi tenê li dijî gelê Kurdistanê û şervanên wan ên azadiyê ne, belê bi giştî li dijî hemû gelan e û hemû civakê ye; cudahiyê naxe nava şervan û sivîlan, zaro û pîran, jin û meran û hwd.

*  *  *

Hema li pey van bûyer û pêşhateyan, ev mijara hevdîtina Putin û Receb a li SOÇÎ ku, kete rojeva çapemeniyê ma gelo ne balkêş e?

Bêgûman, berî her tiştî ev dide nîşandan ku ew civîna wan a bi nav û deng a Tehranê bêencam ma. Ji ber ku weke sifreya guran bû û lewma kesî ji wan tiştek bi dest ê din ve berneda.

Îca dibe ku Receb û Putin, ji bo di nava xwe de bi tenê, hinek mijarên gelek taybet biaxivin, li SOCÎ dicivin.

Ev hevdîtina wan, tîne bîra mirovan; di dema despêka hevdîtina wan a yekê an a dudan bû(li welatekî), zêdetirî 2 saetan bi tenê bi hev re axivî bûn û heta îro jî, naveroka wê hevdîtina ku “dostaya” wan ji wê demê de despêkiri bû, nayê zanîn!

Gelo nabe ku, mijara sereke li ser hilbijatinên Tirkiyeyê û encamên wê be?

Ji ber ku gelek xeter li pêşeroja Receb hane. Her wiha Putin jî di nava pirsgrêkan de vedigevize. Lewma, dibe axaftinên wan ên taybetî, li ser hinek mijaren ku ew herdu, ew ê çawa karibin alikariya hevdu bikin be!

Dibe ku li ser tektîkên, ji bo Receb di hilbijartinan de çawa bi serkeve bi axivin; mînak, ew ê çawa sixtekarî û kotekiyê bide xebitandin û hwd?

Dibe ku ji vêna jî giringtir ev be; heke bi serneket, eha wê gavê xetera herî mezin ji bo Receb despê dike!

Dibe ku bi giranî li ser vê xalê bêhtir rawestin. Dibe ku li ser vê xalê, Putin hinek pêşniyaziya jê re bike; ji bo hewandina wî li cem xwe( parastina wî li Rûsyayê). Her wiha dibe ku Receb jî, heman daxwazê an ricayê ji Putin bike!

*  *  *

Hilbet van bûyer û pêşhate hemû, bi giştî, yekser li ser doz û şoreya gelê Kurdistanê bandora xwe hene. Lewma divê Tevgêra Azadiya Kurdistanê û bi gelemperî gelê niştiman ê Kurdistanê, ji her demê bêhtir bi hişyarî û bi hostayî tevbiger in.

Weke her caran tê gotin; xeter jî, derfet jî pir in. Kî jêhatî, kêrhatî û zana be, bêgûman bi rêxistin be, ew bi ser dikeve, ewê biser bikeve!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar