Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Piştî daxuyaniya Qesra Spî hêzên koalîsyonê ji sînor vedikişin

Piştî daxuyaniya Qesra Spî ku ji bo dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê destûr dide dewleta tirk, hêzên koalîsyona navdewletî yên li ser sînorê Girê Spî û Serêkaniyê li ser sînor vekişiyan

Şevê din serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û serokê DYA’yê Donald Trump li ser telefonê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî Qesra Spî têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên DYA’yê dê tev li operasyonê nebin û dewleta tirk jî dê ji çeteyên DAIŞ’ê yên di nava 2 salên dawî de hatine girtin berpirsyar be.

Di daxuyaniya Qesra Spî ya behsa xeberê de wiha tê gotin:

“Îro serok Donald Trump û serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê hevdîtin kir. Tirkiye di demekî nêz de dê dest bi operasyona ku ev demeke dirêj bû amadekariya wê dikir, bike. Hêzên çekdar ên DYA’yê dê tev li vê operasyonê nebin. Ji ber hêzên DYA’yê ‘xelîfetî’ ya DAIŞ’ê ya li herêma navborî tune kir, dê li vê herêmê nemîne.

DYA’yê ji bo ku Fransa, Almanya û welatên Ewropayê ku gelemperiya DAIŞ’iyên hatine girtin hemwelatiyên wan in paşve bigirin gelek zext kirin. Lê wan ev yek qebûl nekirin û red kir. DYA dê nekare wan demekî dirêj di destê xwe de bigire. Ev yek dê li ser hemwelatiyên Amerîkayê yên ku bacê didin dê bibe barekî giran. Niha jî piştî ku DAIŞ hate têkbirin, hemû DAIŞ’iyên ku di nava 2 salên dawî de hatine girtin dê di berpirsyariya Tirkiyeyê de bin.”

Hêzên koalîsyonê

Piştî daxuyaniya ku ji aliyê Amerîkayê ve hat dayîn ku dê Tirkiye li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê operasyon bide destpêkirin û dê piştgiriya vê operasyonê nekin, li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hêzên Koalîsyonê dest ji noqteyên xwe yên li Grê Spî û Serêkaniyê vekişandina kirine. Vekişandinê di saetên serê sibehê de dest pê kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar