Zinar Ronî |
Piştî Denîz bi hezaran pirs, raman, fikar û guman wekî teyrê ku kezeba prometeus dinikiland û perçe jê dikir mjiyê min dinikilînin û di her nikilandinê de parçe parçe dibe mêjiyê min. Mîna kesekî ku di maratonê de dibeze û gavek berî gavekê bigihije dawiyê ez jî her baz didim ji ber pirs, raman, fikar û gumanan. Baz didim, baz didim… Helke helk bi min dikeve. Canê min disincire. Her diçe gavên xwe leztir dikim. Dixwazim lingên min ji erdê qut bibin. Dixwazim hemû cîhanê di yek gavê de biqevizim. Çeman derbas dikim, ji welatan dibuhirim, hildikişim ser çiyayan… Lê piştre çend zeytun û çend perçe firingiyên li ser masê tên ber çavên min. Û denîz rasterast li nava çavê min dinêre. ‘Kê ez kuştim? Ma bi bazdanê tu dikarî ji rastiyan xelas bibî? Kê gotiye ku leza lingan ji ya ramanê zêdetir e?’ Û ez bêhnçikiyayî disekinim. Wekî di bin barana nîsanê de bim dilopên xwêdanê diherike ji nav serê min. Li derdora xwe dinêrim. Li ser qeraxa latekê me. Gavek din biavêjim ez ê di latê de wer bibim. Newêrim xwe bilebitînim. Ji tirsan lerzok canê min digirin. Dîsa Denîz di suretê çukekî de li hemberî min e. ‘Ma kî dibêje tirs dikare mirov werbûna ji latê xelas bike? Ma kîjan bask dikare te li asîman asê bihêle?’ Belê yan divê hîn bibim di qeraxa latê de bimeşim an jî divê latên dibin lingê xwe hilweşînim. Gelo kîjan zehmet e? Firîna li asîmanan an jî meşa di qeraxa latê de?
Denîz çû û li pey xwe ramanek hişt. Jiyanek hişt. Dizanî bû di vê rêyê de ew ne ya pêşî bû. Lê dihizirî ku ew bibe ya dawî. Lê gelo ji bo dawiyê ew hûtê heft serî divê hêj çend Denîzên me daqurtîne? Yan jî em ê heya çend Denîzên din werin daqurtandin binêrin? An jî kîjan zehmet e? Ji dûr ve nihêrtina li Denîz an jî bixwe cihgirtina di cihê Denîz de… Heya kengî were bîra me ku di çavê hutê heft serî de em hemû di suretê Denîz de xuya dikin?
Denîz çû… û ez baz didim. Çiqasî baz didim li rasta hutê heft serî têm…
Denîz çû… Lê ev çûyîn ne wekî xatirxwestinekê ye. Ne çûyîneke bi dilê wê ye. Di vê çûyînê de veger tune ye. Jixwe li cem me her dem çûyîn di wateyeke din de ye. Di her çûyînê de mirinek veşartiye. Di her çûyînê de amadekariya pêkanîna xeyalan heye. Di her çûyînê de hezkirina azadiyê û hesreta welat heye. Carinan çûyînên bêwext çêdibin. Lê ka bêjin li welatê me kîjan çûyîn ne bêwext e? Di kîjan çûyînê de veqetandina hezkiriyan tune ye? Di kîjan çûyînê de xemgînî tune ye?
Denîz çû… Û ez dihizirim… di her hizirînê de çûyînek bêwext lê bizanîn heye…
Denîz çû… Lê gelo çend pirtûkên pîroz dikarin binixumînin termê canê wê? Çend ol, bawerî û felsefe dikarin bipîvin hesreta wê ya jiyanê? Çend laboratuwar dikarin biceribînin hezkirina wê ya welatê wê? Çend alim, zanyar, mele û fîlozof dikarin rave bikin, vebêjin kenê li ser rûyê wê û wateya di her du tiliyên wê yên hildayî de? Na na na… Hezar car na.
Denîz çû… Û ez di nav lêgerînê de me, di vê lêgerînê de tu tişt nikare Denîz pênase bike.
Denîz çû… Lê li pişt xwe jiyaneke bêdawî hişt. Nêrînên xwe hiştin. Nêrînên wê her tim di nav me de bin. Çavê wê her tim li me be. Her tim li kujerê xwe bigere. Bi rastî kê Denîz kuşt? Kesekî nezan, kesekî faşîst, dewletê, desthilatê yan jî hêzeke nepenî? Te, wî, xiyanet, em, we..? Bi rastî kê Denîz kuşt? Me kuşt. Me hemûyan dest da hev û kuşt. Me di bêdengiya xwe de bêhna wê çikand û fetisand. Niha behna birinê di destê me hemûyan de ye. Dewsên tiliyên me hemûyan li ser bedena Denîz hatiye mohrkirin. Ne behn ji destê me diçe û ne jî mohra tiliyên me ji ser bedena Denîz radibe. Tu derman nikarin me ji vî sûcî rizgar bikin. Lewma jî bila kes romana Denîz nenivîsîne, tu kes strana Denîz nelorîne, tu kes helbesta Denîz nexwîne, tu kes çîroka Denîz nebêje… ta ku em xeyalên Denîz pêk bînin. Ta ku em xwe ji vî sîcî rizgar bikin. Tenê ev dikare behna ji destê me paqij bike. Tenê ev dikare bihêle ku ruhê Denîz di meqamê xwe de dilşad be. Heya wê rojê bila kela dil sar nebe. Bila dil mîna volqanekî her tim bifure. Bila bifure ku xeyalên Denîz neyên jibîrkirin…
Denîz çû û piştre gotinên dayika wê man: Denîzek çû, bi hezar Denîz tên…
Denîz çû û piştre gotinên bavê wê man: Tifaqa xwe çê bikin, bibin yek, bibin yek…
Kengî em dikaribin bibin yek wê demê xeyalên Denîz jî werin cih. Kengî em bibin yek hingî Denîz jî dibin hezar, dibin milyon…
Denîz çû… Û piştre ez mam… Bi soza Denîz ve girêdayî…