Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Piştî fedakariyên şehîd Egîd û Mazlûm em ji xewê şiyar bûn

Malbatên şehîdan li ser Hefteya Lehengiyê axivîn û destnîşan kirin ku, xeta di pêşengtiya heval Egît û Mazlûman de hatiye avakirin em ê heta dawî şopdarê rêka wan bin.

Bi boneya Hefteya Lehengiyê, malbatên gerîlayan girîngiya vê hefteyê ji bo gelê kurd û tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir.

Bavê gerîlaya YJA Starê Amara Efrîn, Bedran Hemo yê ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê anî ziman ku Hefteya Lehengiyê sedema tevlêbûna keça wî ya nava refên gerîla bû û got: “Fedakariyên şehîdan gelekî bala min kişandin. Bi destpêka şerê li Rojava re keça min bi xwesteka xwe biryara tevlêbûna nava refên gerîla da.”

Hemo bi bîr xist ku di dîrokî de dagirkeran bi hemû rêbazan hewl dan kurdan asîmîle û qir bikin û wiha domand: “Keça min qebûl nekir ku li hemberî van hewldanan bêdeng bimîne. Ji ber vê yekê biryar da ku tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe ji bo rola wê di têkbirina planên dagirkeran de hebe.”

Hemo bal kişand ser fedakariyên ku ji bo bidawîkirina zilma li ser gelan hatine dayîn û wiha pê de çû: “Ji malzaroka şer û zilmê lehengên mîna Deniz, Mahîr û Îbrahîm derketin. Van lehengan li hemberî zilma ku dewleta tirk a dagirker li dijî kurdan dimeşand, sekinîn. Li ser şopa wan fermandarên me Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Elî Çîçek, Akif Yilmaz, Mihemed Xêrî Durmuş meşiyan ku pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ne.”

Bedran Hemo anî ziman ku ew ê xeta şehîdan û rêya çeka xwe ya gerîla bişopîne û got: “Li ser şopa şehîd Mahsûm û Mazlûman em ê xeta xwe berdewam bikin û stû ji dagirkeran re xwar nekin.”

Dayika Viyan Soran a ku di sala 2012ʹan de tev li refên gerîla bû, Xezale Şêxmûs destnîşan kir ku ji ber berdêlên ku PKKʹê dane bi hezaran keç û xortên kurd tev li refên gerîla bûn û navên şehîdan rakirin.

Xezale Şêxmûs ku ji taxa Şêxmeqsûdê ye got: “Min navê şehîd Viyan Soran a ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, da keça xwe. Dema keça min mezin bû di wê meraqê de ma ku wateya navê xwe nas bike. Piştî  nas kir jî tev li refên gerîla bû.”

Xezale Şêxmûs diyar kir ku keça wê ji xwendinê hez dikir, lê piştî ku fedakariyên şehîdên mîna Viyan Soran, Egîd, Mazlûm û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir dev ji dibistanê berda û tev li refên gerîla bû.

Hefteya Lehengiyê bandoreke mezin li malbata Heyat Şêxo jî kir. Keça Heyat a bi navê Leyla Qasim (Buharîn Efrîn) li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di sala 1999ʹan de tev li refên gerîla bû. Heyat Şêxo got: “Dema ku hevalan serdana mala me dikirin, keça min bi fikrê Rêbertî û şoreşê bandor bû, ji ber vê yekê biryara tevlêbûnê da.”

Heyat Şêxo anî ziman ku biryar bû ku keça wê piştî temamkirina xwendina xwe tev li gerîlayan bûba, lê dema Rêber Abdullah Ocalan bi komployekê hat revandin, keça wê her tişt li pey xwe hişt û ji bo parastina doza kurdî û pêkanîna azadiya fîzîkî bi hin hevalên xwe re berî da çiyayên Kurdistanê.

Dayika Buharîn Efrîn, Heyat Şêxo got, Hefteya Lehengiyê ji bo wan pêngava herî mezin a ber bi azadiyê ve ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî fedakariyên şehîd Egîd û Mazlûm em ji xewê şiyar bûn, ji bo doza xwe me kezeba xwe kir qurban. Ji ber ku welat ji her tiştî buhatir e. Piştî van fedakariyan êdî em zilmê qebûl nakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar