Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştî Garê dê çi bibe?

Derdê Erdogan her ku diçe mezin dibe. Bi taybet van heyamên dawî berê xwe bide kîjan alî, di destê wî de dimîne.

Berê ne wisa bû. Di her gavên wî de opozîsyona statûparêz bi wî re bû. Dema destlênedayîna hevserok û parlamenterên HDP’ê rakir, piştgiriya herî mezin ji CHP’ê girt. Di hemû tezkereyên êrîşên li ser kurda de, CHP û partiyên din ên statuparêz, wî tenê nehêlan. Lê ev aliyên statûparêz di êrîşa Garê de renk guherandin. Niha, wisa xuya dike ku carek din naxwazin di cihoka Erdoganê de aşnê bikin. Li pêy lêgerînên din in.

Bêgûman, helwesta wan ji rastiyê dûr in, lê qet nebe ev car rasterast Erdogan sûcdar kirin. Wî ji qetilkirina 12 polîs, leşker û MÎT’ên tirkan berpirsiyar dîtin. Berê, di her êrîşên ser kurdan de, bi taybet di şerên bi gerîlayan de Erdogan çi bike ne xema wan bû. Di ser de jî piştgiriyên xurt didan wî. Dayika Taybet 7 roj li kolanê hiştin, carek tiştek negotin. Cemîleya 10 salî bi rojan di sarincokê de ma, ne derdê wan bû. Nêzî du sed însan li jêrzemînan bi saxî şewitandin, qet ji xwe carek jî behsa wê nekirin. Ji bo statû têk neçe, li pişt her kiryarên qirêj a Erdogan û Bahçelî sekinîn.

Lê ev car wisa nebû. Ji encamên şerê Garê, rasterast Erdogan berpirsiyar girtin û wî sûcdar kirin. Sedemên vê yekê hene. Divê, bi hurgilî were nirxandin.

Erdogan, berî ku êrîş bibin ser Garê, behsa mizgîniyê kir. Bi êrîşa Garê aşkera bû ku mizgîniya wî dilên PKK’ê bû. Wisa difikrî ew ê leşkerên wan biçin û di çend seatekî de dîlan bigrin û bînin ber wî. Ew ê jî bi hêsanî mizgînî bida.

Eger hesabên Erdogan bigirta, ew ê bi serkeftinek mezin serdestiya psîkolojîk jî bi dest xistiba. Vê yeka jî di serî de konsolîdekirina rejîma faşîst, ji bo hemû hesabên din a dewletê bikarbianiya.

Opozîsyona statûparêz, heta niha dehan car vê derfetê da Erdogan. Erdogan her ku dijminatiya kurda kir, ew gotin “Em ji te zêde dijmin in.” Li hember çi êrîşên wî ranewestiyan. Yên dijberiya vê siyasetê dikir HDP bû. Wê jî her tim tenê hiştin.

Diyar e, niha hesab guheriye. Ew ê di pêşerojê de zêdetir diyar bibe lê xuya ye, hesabên nû dikin.

Rolek dabûn Erdogan. Bi wî rolê xwestin destkeftîyên kurdan tune bikin, kurd careke din bikin dîlê siyaseta xwe. Lê ne li hundir, ne jî li derve di vê siyaseta xwe ya qirêj de serneketin.

Belê, zirarek mezin dan kurdan. Gelek destkeftiyên kurdan xesp kirin. Dest danîn ser şaredariyan. Nehiştin di parlamentoyê de siyaset bikin. Li Başûr û Rojava gelek qadan dagirkirin. Bi hezaran kurd avêtin zindanan. Her ewqas kurd jî carek din ketin rêyên sirguniyê. Lê pêşî li berxwedana kurdan negirtin. Ne li qadên sîvîl, ne jî li qadên şer serneketin.

Her tim wisa bûye. Dewlet rol daye hinekan. Ew, ji bo rolê xwe bilîzîn hezaran qirêjî kirine. Piştî serneketine, ew têkçûne, ji dêvla wan hinek din hatine. Di dema Tansû Çîller de jî wisa bû, niha jî wisa ye.

Belê têk diçin lê divê were zanîn hê dewlet negûheriye. Ango dikare rengê xwe biguherîne lê heta ku mantalîteya xwe neguherîne, nikare çareseriyek saz bike. Ji bo çareserî, divê dev ji lîstokên qirêj berdin.

Ji 2014’an heta niha, ango ji ‘plana çokdanînê’ heta niha di nav lîstokek nû de bûn. Dawî bi lîstoka wan hat. Lîstoka wan a 2014 darbeya axirîn li Garê xwar. Bi qenaata min, CHP û yên din, ji bo wê ev car piştgirî nedan encama Garê.

Belê, piştgirî dan êrîşê lê nedan encamê. Di 10’ê mehê de dema êrîş dest pê kir, her yek wek leşkerek li pey Erdogan sekinîn. Piştî têkçûna wî jî, diranên xwe li Erdogan nîşan dan.

Lê rastî ew e. Yên Erdogan têk bir ne ew in. Kurd wî têk birin. Vê rastiyê fam bikin, dikarin ‘lîstika’ xwe ya nû li ser çareseriyek esasî saz bikin. Ya ne em ê ‘lîstokek nû’ temaşe bikin.

Ka em lê binêrin, piştî Garê ew ê çi bikin!

Nûçeyên Têkildar