Mehmet Siddik Akiş ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Colemêrgê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 weke hevşaredar hate hilbijartin, îro di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin. Piştî ku Akiş hate binçavkirin şaredarî hate dorpêçkirin. Li şûna hevşaredar Akiş Walî Alî Çelîk weke qeyûmê xespkar tayîn kirin.
Parêzer Ozer ê têkildarî mijarê agahî da û wiha got: “Lêpirsîneke nû ya derbarê muwekîlê min de hatiye destpêkirin heye. Tê dîtin ku ev lêpirsîn bi temamî veşartî tê birêvebirin. An ku tê dîtin ku dozger û hêzên ewlehiyê ev dosya bi awayekî aşkere bi hev re amade kirine. Em têkildarî dosyayê de negihiştin tu agahiyan û ji me re hate gotin ku lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin. Muwekîlê min tînin vê derê. Em ê di nava rojê de agahiyên pêwîst parve bikin.”